Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê kuştina 26 çekdarên PKK û YPGê di dema heftiyekê de radigehîne. Herwesa tekezê dike ku, li ser operasyonên xwe berdewam dibin.
Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk îro (Pêncşem, 06.03.2025) di konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftiyane de ragehand ku, di dema heftiyekê de 26 û herwesa ji meha yekê ya îsal heta niha jî 478 çekdarên PKKê hatine kuştin.
Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê tekez jî kir ku, li ser operasyonên xwe yên li dijî çekdarên PKK û YPGê berdewam dibin.
Zeki Akturk herwesa got ku, di çarçoveya lêgeriyana li deverên li jêr operasyonên Pence Kilîdê de, wan destê xwe danaye ser hejmareke zêde ya çek û teqemenî û cebilxaneyên girêdayî PKKê.
Şanda Îmraliyê li roja Pêncşemê, 27.02.2025ê, piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocelana bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.
Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”
Di pareke din a peyama Ocalan de hatiye, “Divê PKK çekên xwe dane û xwe hilweşîne û kongireya xwe lidar bixe.”
Ocalan herwesa di wê peyama xwe de eşkere jî kir ku, berpirsyarîtiya vê biryarê bi stûyê xwe ve digire û gerentiya danûstandinên aştiyê dike.