Li Neynawayê bi dronê êrîşî ser bingeheke artêşa Tirkiyeyê hat kirin

Li Neynawayê bi dronê êrîşî ser bingeheke artêşa Tirkiyeyê hat kirin

Şeva borî bi dronê êrîşî ser bingeheke artêşa Tirkiyeyê li sinorê komelgeha Başîkê li deşta Neynawayê hat kirin, lê çi zirar ji wê êrîşê peyda nebûne.

Dijeterora Kurdistanê parve kiriye, “Seet 10:20 ê şeva borî bi doreneke bombekirî bingeha serbazî ya Zêlkanê ya artêşa Tirkiyeyê li komelgeha Başîkê li parêzgeha Neynawayê hat armanckirin, lê li dû zanyaran çi zirareke canî ji wê êrîşê peyda nebûye.”

Heta niha çi kom û aliyan berpirsyarîtiya xwe ji wê êrîşê ranegehandiye û Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê jî çi ronkirinek parve nekiriye.

Artêşa Tirkiyeyê li sala 2015ê bi merema meşq û rahênanan ji bo hêzên Heşda Wetenî, ku hêzeke Suneyên Îraqê ye ji bo berhingarbûna terorê, bingeheke serbazî li bakurê çiyayê Başîkê li Zêlkanê vekir û heta niha jî hêzên wê her li wê bingehê binecih in.

Heta niha gelek caran bi dron û moşekan bingeha serbazî ya artêşa Tirkiyeyê li Zêlkanê hatiye armanckirin, cara dawiyê seet 07:45 ê sibeha roja Çarşema 01.02.2023ê bû, ku heşt moşek arasteyî wî bingehî hatin kirin.

Pustên heman beş