“Rêkeftina Şera – Ebdî nakeve berjewendiya Sûriyê bo welatekî yekgirtî, demokrat û pireng”

Mazloum-Abdi-Ahmed-Shari-Kurd-Syria-Net

Berê Kurdistana Sûriyê rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî bi “metirsî” binav dike û radigihîne, “Ev rêkeftin li dijî daxwazên me, weke Berê Kurdistana Sûriyê ye, bi taybetî di derbarê parvekirina desthelatê û nenavendîbûnê de.” 

Serokatiya Sûriyeyê roja 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.

Di vê derbarê Berê Kurdistana Sûriyê îro 15ê Adarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Berê Kurdistana Sûriyê bi tirs li rêkeftina El-Şerih-Ebdî dinêre, ku roja 10ê avdarê di navbera Serokê Rêveberiya Nû li Şamê Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin. Ji ber vê jî, me xwest wan xalên em pêre ne û li dij in zelal bikin.

Bê guman, jinavbirina bermayiyên rejîma berê em pêre ne, ku di benda 6an a rêkeftinê de hatiye,lê bi her awayî armanckirina elewiyan red dikin. Herwiha li gel benda 3an in ku behsa agirbestê li ser tevahiya axa Sûriyê dike û benda 5an ku behsa misogerkirina vegera derbideran ji cih û warên xwe û misogerkirina jiyana wan ji aliyê dewletê ve. Benda 2an jî pêre ne ku weke gaveke destpêkê ji bo wekheviyê dibînin, bi taybetî di derbarê mafên destûrî yên kurdan.

Ew xalên ku em pêre ne bûn, lê xalên din jî hene ku em ne pêre ne û metirsî dibînin. Ev rêkeftin li dijî daxwazên me, weke Berê Kurdistana Sûriyê, ye, bi taybetî di derbarê parvekirina desthelatê û nenavendîbûnê de. 

Rêkeftin hewl dide desthelatê giştî têxe destê Şamê. Benda 4an rê li ber her rêvebirineke kurdî digire, çi li ser asta rêvebirinê be û çi jî li ser asta siyasî be, ku ew bend behsa tevlîbûna dezgehên sîvîl û leşkerî di nav dewleta sûriyê de dike, di nava wan de jî dergehên sînorî, balafirxane û bîrên petrol û gazê.

Xaleke din a girîng heye, ew e ku li gorî vê rêkeftinê ti danasîn bi mafên kurdan weke netew nayê dayîn û negotiye zimanê kurdî wê bibe fermî li Sûriyê an jî dê bibe zimanê karûbarên rêvebirinê li deverên kurdî. Herwiha di rêkeftinê de nehatyie ku dê pabend be bi çêkirina sîstemeke perwerdeyê ya dadperwer, ku kurd fêrî zimanê xwe û erebî bibin.

Di benda yekê de, mirov dikare destpêkê bêje ew behsa wekheviyê dike, lê ya rast em dibînin ew dûrxistineke sîstematîk e ji kurdan re, ku ew bend behsa misogerkirina tevahiya sûriyan di nûnertîkirin û beşdarbûna di piroseya siyasî û tevahiya dezgehên dewletê de li gorî karînan û  ne li ser bingeheke olî an jî netewî, dike

Em baş dizanin ku di serdema desthelata Partiya El-Beis de, devderên kurdan rastî siyasetên tinekirinê hatibûn, ku jêrzemîn û xwendina li deverên kurdan dihatin piştguhkirin û bibû sedem asta xwendinê kêmtir bibe, bi taybetî di pirsa standina nasnameya hemwelatîbûna sûrî de ji beşek ji kurdan û wan nedikarî xwendina xwe temam bikin û di dezgehên dewletê de jî kar bikin. Ev sedem dihêlin em bêjin ew xal ne dadpwerane ye.

Tiştekî din jî, nasnekirina nasnameya kurdî, dê sibe rê li ber qedexekirina partiyên kurdî veke, bi awayekî ku kurd nikaribin derbasî parlemanto û hikumeta bê bibin. Ev metirsî ji wê yekê tên, ku berî niha gavinw wisa hatine avêtin weke nevexwendina nûnerên kurdan ji kongreyê bi nav jêre hate gotin Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî, ku kurdine serbixwe vexwendibûn, herwiha di dema avakirina hikumeta demkî de jî.

Benda 7an ku behsa redkirina hewlên perçekirina Sûriyê û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyan de dike, em pêre ne, lê nabe ew yek bibe bihaneyek ji bi rêgirtina li ber azadiya derbirînê û gotûbêjên siyasî. Herwiha divê em zanibin li gorî wan danasîna HEWLÊN PERÇEKIRINÊ çi ye, gelo mebesta wan ku Sûriye bibe nenavendî an federal? Ma gelo berevaniya ji ber ve weke hewlên belavkirina fitneyê dê bêne binavkirin?

Ji bilî pirsa mafên pêkhateyan li Sûriyê, vê rêkeftinê ti pabendbûnek di derbarê wekheviya di navbera herdu regezan de nîşan nedaye, ne jî karên ji bo piştgiriya jinê û tinekirina cudaperestiyê li dijî wan.

Dîsan em tekez dikin, ku îmzekirina Mezlûm Ebdû weke fermandarekî li ser vê rêkeftinê nayê qebûlkirin, ji ber ku biryarên siyasî tenê ji aliyê siyasetmedaran ve têne standin ne fermandaran, herwiha ev rêkeftin dê hewlên yekxistina navmala kurd têk bide ku karibin lihev bikin û şandeke hevbeş rêkin Şamê danûstandinan bike.

Rêkeftina hatiye îmzekirin, desthelata navendî xurt dike û siyasetên tinekirin û cudaperestiyê jinûve ava dike û ti carî nakeve berjewendiya Sûriyê bo welatekî yekgirtî, demokrat û pireng, ku wekheviyeke rasteqîne di navbera pêkhateyan de çêbibe.

Pustên heman beş