Dibe ji ber destwerdanên derekî PKKe bersiva banga Ocalan nede

Fidan-PKK-Bang-info

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê dibêje, “Em li bendê ne ku PKK bersiva banga Ocalan bide, lê dibe ku PKK ji ber desttêwerdanên derekî bersivê nede.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Çarşem, 09.04.2025) di çavpêkeftineke tilevizyonî de got, “Divê Hikûmeta Sûriyeyê bi xwe pirsa YPGê çare bike, lê nabe demdirêj be.”

Hakan Fîdan herwesa got, “Amerîka li Rojhilata Navîn mijûlî pirsên mezin e û PKK ji karên wê yên pêşiyê nîne.” Herwesa got, “Em li bendê ne ku PKK bersiva banga Ocalan bide.”

Navbirî herwesa amaje da, “Dibe ku ji ber desttêwerdanên derekî, PKK bersiva banga Ocalan nede.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di derheqa Şingalê de jî got, “Divê Hikûmeta Îraqê pirsa Şingalê zûtir çare bike.”

Hakan Fîdan di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Tirkiye ji bo kêmkirina aloziyên nav Sûriyeyê danûstandinên teknîkî bi Israîlê re dike.” Eşkere jî kir, “Em naxwazin bi çi welatekî re li Sûriyeyê bikevin nav hevrikiyê, ne tenê Israîlê.”

Navbirî tekez jî kir, “Gelek giring e em rêyê bidin Sûriyeyê ku siyaseta xwe ya bergiriyê û siyaseta xwe ya derve û karûbarên xwe yên herêmî darêje.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di derheqa Israîlê de got, “Operasyonên niha yên Israîlê li Sûriyeyê xizmeta ewlehiya wan û Sûriyeyê nakin, belkî dibe sedema neseqamgiriya Rojhilata Navîn.”

Pustên heman beş