Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) zarokek ji bajarokê Til Temerê bi armanca leşkerkirina wî revand.
Li gor agahiyan, çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” li bajarê Til Temerê zarokê 15 salî yê bi navê Mehmûd Mihemed Akla bi armanca leşkerkirina bi zorê revandiye.”
Dayika zarokê revandî di parçe vîdeoyekê de ku di sosyal medyayê de parve kiriye daxwaza vegerandina zarokê xweyê revandî dike.
Malbata Mihemed Elî Xelef ji bajarê Kobanê yê Rojava Kurdistanê ye û bi dehan salin li bajarokê Til Temerê dijî.
Tê zanîn fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de ligel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekbûyî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.
Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.