Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî û destxweşiyê li qehremanê cîhanî yê Kurd Agit Kabayel dike, ku li vê dawiyê qehremaniya cîhanî ya boksîngê ku wekî WBC navdar e li Riyaza paytexta Siûdiyeyê bi dest xist.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 15.04.2025) pêşwaziya qehremanê navdar ê boksîngê yê cîhanî yê Kurd Agit Kabayel kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî û destxweşî li wî qehremanê boksîngê yê cîhanî yê Kurd kir, ku li vê dawiyê qehremaniya cîhanî ya boksîngê ku wekî WBC navdar e li Riyaza paytexta Siûdiyeyê bi dest xist.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaza serkeftinê jî ji wî re kir û hemî piştevaniya xwe ji wî re diyar kir.
Qehremanê cîhanî Agit Kabayel jî dilxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir û spasiya piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û şûtika xwe jî wekî rêz û hurmet pêşkêşî wî kir.