Kirîza dil li Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder da

Onder-Info

Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê ragihand ku metirsiya li ser jiyana Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder didome.

Şeva borî krîza dil li Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder da.

Tîmên tenduristiyê ew bi ambulansê rakir Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê.

Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû û derbasî beşa lênihêrîna awarte hat kirin. 

Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê derbarê rewşa Onder daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê metirsiya li ser jiyanê Onder hîn jî berdewam dike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Sirri Sureyya Onder, ji aliyê tîmên Ambulansa 112an ve bê nabiz, bi entubasyonê û bi masaja dil û pişikê  derdora saet 22:41an gihîştiye nexweşxaneya me.

Li beşa me ya acîlê, piştî masaja dil û pişkê ku nêzîkî 10 deqeyan berdewam kir, gera xwîna dest pê kir.

Di encama ekokardiyografiya acîl de hat zanîn demarê wî yê aortê qetiyaye û xwîna wî rijayiye.

Paşê saet 23:05an dubare rîtma dilê têk çû û nabiz û gera xwînê rawestiye.

Masaja dilî jê re hat kirin û em ew bir beşa emeliyatxaneyê û saet 23:35an neştergeriyê dest pê kir.

Di emeliyatê de hate tespîtkirin ku dîsseksiyona aortê ji koronera rastê dest pê kiriye û tevahiya aortayê girtiya nav xwe.

Li gorî rêzê ji demara koronerê ya rastê by-pass hatiye kirin, deriyê aortê hatiye guherandin.

Tevî hemû pêvajoyên emeliyatê bi serkeftî derbas bûne jî pirsgirêk didome û nîvê dilî yê rastê baş kar nake lê nîvê çepê baş kar dike.

Piştî emeliyata ku nêzîkî 12 saetan berdewam kir, me nexweşê xwe Birêz Onder bi amûra ECMOyê veguhast  beşa çavdêriya hûr a taybet.

Metirsiya li ser jiyana wî hîn jî berdewam dike.”

Pustên heman beş