Di salvegera revandina wan de, malbatên efserên Kurd PYD ji revandina wan berpirsyar dibînin

Di salvegera revandina wan de, malbatên efserên Kurd PYD ji revandina wan berpirsyar dibînin

12 salin, her 8 efserên kurd yên ji rêjîma Sûriyê cuda bûyî bê çarenivîsin, tevî ku li herêmên di bin destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de hatibûn binçavkirin, û di 16 Nîsana 2013 nûçeyên wan hatine birîn, lê PYDê dan bi hebûna wan efseran di zindanên xwe de, yan jî radestkirina wan bi rêjîma Sûriyê nake.

Malbatên efserên kurd ên revandî û rê nîşanderê wan sivîl bi boneya 12emîn salvegera revandina wan daxuyaniyek dan. Malbatên van efseran di daxuyaniya xwe de, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi berpirsyarê vê tawanê da zanîn û daxwaza berdana wan, eşkerekirina çarenivîsa wan û dadgehkirina hemû kesên ku destê wan di revandina van efseran de heyî, kir.

Îro roja çarşemî 26/4/2025an, malbatên efserên kurdên girtî di daxuyaniyekê de got ku ew berev Herêma Kurdistanê diçûn ji aliyê PYDê ve hatin girtin û ta niha çarenivîsa wan ne diyare.

Malbatên efserên girtî bang li hemû aliyên kurd kir ku doseya revandiyan bikin mijareke sereke û fişarê li PYDê bikin ji bo berdana wan.

Her wiha nameyê, bang li Emerîka, Ferensa û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku fişarê li ser fermandariya HSD bikin ji bo diyarkirina çarenivîs û berdana efserên kurd û szakirina kesên berpirs di ber rewşên revandinê.

Di meha Nîsana 2013an de 8 efserên kurd ji artêşa rejîmê cuda bûn, û biryara hatina Herêma Kurdistanê da, piştî ku xwe gihandin bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê ku di wê demê û ta niha jî ew bajar di bin destê PYDê de ye, dengûbasên wan hatin birîn.

Efserên kurd ev in:

Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye

Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye

Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye

Eqîd Mihemed gule Xêrî ji bajarê Efrînê ye

Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye

Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye

Neqîb Hisên Bekir ji bajarê Efrînê ye

Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye

Pustên heman beş