Nasnameya 3 çekdarên din yên PKKê aşkere bû yên ku li sala rabûrî li devera Zapê ketbûn ber êrîşan û rêxistinê mirina wan veşartî hiştbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh 16 Nîsana 2025ê nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir ku li Tîrmeha sala 2024ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Îbrahîm Maşella ji Wanê.
Serhet Omer ji Mêrdînê.
Îbrahîm Cemal ji Kobanê.
PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van çekdarên xwe jî ev saleke veşartî hiştiye û îro ji nû ve hatiye û dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştiye, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û mirina wan îlan nebûye.