Amêdî.. Dronekê êrşî xaleke Pêşmergeyan kir

Drone-Peshmarga-amedi-info

Li navçeya Amêdiyê ya Dihokê dronekê êrşî xala kontrolê ya Pêşmergeyan kir û li gorî zanyariyan 2 pêşmerge birîndar bûne.

Îro roja sêşemiyê 29 Nîsana 2025ê dronek bi ser baregeheke Pêşmergeyan de ket û du Pêşmerge birîndar bûn.

Hat ragihandin rewşa tenduristiya Pêşmergeyên birîndar başe.

Duh jî li Amêdiyê dronek bombebar kirî ya rêxistina PKKê xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmergeyan li gundê Belave teqand û sê Pêşmerge birîndar bûbûn.

Drona ku PKKê bi rîya wê êrîşî Pêşmergeyan kirî, ji çiyayê Gare rabû û dibe êrîşa îro jî PKKê encam da be, lê belê hêjan jî sedema van êrîşan nayê zanîn.

Dirona êrîşî Pêşmergey kirî ya PKKê ye û ji Garey rabûye