Rêberê zindankirî yê PKKê “Abdullah Ocalan” kongreya PKKê silav kir û Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn.
Abdullah Ocalan têkildarî kongreya PKKê, Alî Heyder Kaytan û Riza Altûn peyamek şand.
Abdullah Ocalan biryarên ku di kongreya PKKê de hatine dayîn silav kir û ji bo alî Haydar Kaytan û Riza Altûn got ku ew dê her tim wan di têkoşîna xwe de bidin jîyn.
Peyama Ocalan wihaye:
“Rêhevalên hêja, min bi xemginiyeke mezin bhîst ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn canê xwe ji dest daye.
Ez dê piştre bîranîna her du rêhevalan binirxînim û ez niha bi rêzgirtineke mezin wan bi bîr tînim.
Di têkoşîna hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan her tim heye.
Ji bo paradîgma û sazûmaniya serdema nû wekî nirxên bingehînên îlhamê ew dê heta bi hetayê rolên xwe bilîzn.
Di têkoşîna me de dê wekî rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.
Bi vê wesîleyê ez biryarên di kongreya 12emîna dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî demên pêş bi rêzdarî silav dikim.”