DEM Partî ji bo “Nexşerêya Aştiyê” dicive

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tuncer Bakirhan, ragihand ku ew ê di 22ê vê mehê de bicivin, da ku nexşerêya partiya xwe ya ji bo proseya çareserî û aştiyê diyar bikin. Bakirhan tekez kir ku pêwîst e proseya aştiyê zêde neyê derengxistin û di zûtirîn dem de bigihîje encamekê.
Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di civîna rêveberiya DEM Partiyê ya di 22ê mehê de, dê bi awayekî hûrûkûr li ser nexşerêya proseya aştiyê were sekinandin.
Herwiha, da zanîn ku di heman civînê de, dê gotûbêj li ser biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo “xwehelweşandinê” û gavên ku piştî vê qonaxê bên avêtin jî bên kirin.
Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku berpirsên PKKê jî diyar dikin ku ji bo destpêkirina proseya danîna çekan, pêwîst e dewleta Tirkiyeyê gavên yasayî yên pêwîst biavêje.