Ocalan ne Mandela ye..

Ocalan ne Mandela ye

Nelson Mandela di dîroka modern ya cîhanê de, yek ji rêberên here bijareye. Wî li beramber nîzama Apartayd tekoşîneke bê hempa meşand û bû sembola pêvajoya aşitî û diyalogê, ji ber vê yekê jî di sala 1993an de xelata Nobel jê re hat dayîn.

Ji boy Abdulla Ocalan ku serokê PKK’ê ye xebateke PR tê meşandin, ji boy ku wisa nîşan bidin ew sembola aşitî û azadî û demokrasiyê ye. Ev lingekî projeyekî ye ku ev proje dixwaze di navbera Abdulla Ocalan û Mandela de şibhandinekî çêbike, ji ber ku Mandela jî di zindaneke Gravê de mabû, loma bi hinek agahiyên seranserî û gotinên populer dixwazin Mandela û Ocalan wek hev nîşan bidin, yê ku yekemcar Ocalan bi Mandela şibhandî jî her Ocalan bi xwe bû, niha jî dixwazin di serê kurdan de tiştekî wisa çêkin ku Ocalan jî Mandelayê kurda ye. Lê balê, xeta wan ya siyasî û şexsiyeta wan ya zatî û çalakiyên wan bi temamî li dijî hevin.

Mandela: ez bi koka xwe ya Afrîkî serbilindim

Mandela ku ji pêşengên Kongreya Netewa Afrîkayê bû, xeta siyasî û armancekî pirr zelal hebû, temnê 46ê saliyê xwe de di 1964an de bi zindana heta hetayê hat sizadan. Helwestên wî yên di dadgehê de helwestên pirr bi rûmet bûn, ne xwe û ne jî gelê xwe şermezar nekir, azadiya reş pêsta parast, bi kurtasî di dadgehê de ev tişt anîn ziman: “min bi koka xwe ya Afrîkî ku ez pê serbilindim rêbertî kir. Ez ne komonîstim, ez berî her tiştekî welatparêzekî Afrîkî me.”Mandela welatek dixwest ku reş pêşt û spî pêst tê de bi hev re jiyan bikin, ji ber vê yekê hevdîtin kirin û diplomasî meşand, lê belê tu cara li ser maf û nasnameya reş pêsta bazar nekir û tawîz neda.

Ocalan di dadgehê de 32 caran got: “Ez dixwazim bijîm”

Sekna Ocalan ji ya Mandela pir cuda ye, di sala 1999an de dema vegeriyay Tirkiyeyê, got, “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim. Û got dayika min Tirk e”, û nasnameya xwe ya netewî înkar kir. Hêjan vîdeo yên wî hene ku di lêpirsînên li Îmraliyê de dibêje, “Ez dixwazim bi tevahî kurdan bi Tirkiyeyê ve girê bidim, ez ji boy vê projeyê dixwazim bibim taşeron, di mehkemeya xwe ya yekemîn de di sala 1999an de 32 caran got, “ez dixwazim jiyan bikim.”

Helbokî Mandela di mehkemeya xwe ya sala 1963an de got, “min tevahî jiyana xwe bexşî jiyana reş pêsta kiriye, min fikra ku tevahî însan bi hev re bijîn miqedes dîtiye, eve armanca mine ku ez vê fikrê serbixînim û tê de bijîm. Lê belê, heger pêwîst bû ez dikarim ji boy vê armancê jî bimirim.”

Ocalan di 27ê Sibatê de dema bang li PKK’ê kirî ji boy kurda tu daxwazeke netewî nekir, hetta çareseriyeke çandî jî qebûl nekir, Mandela di parastina xwe ya di doza “Rivoniya” de ji boy gelê xwe ev daxwaz kirin, “berê her tiştê em mafên siyasî yên wekhev dixwazin, ji ber ku ger ev nebin emê nuqsan bimînin, yanî Mandela di mafê gelê xwe de tawîz nedabûn.”

Mijarekî pir giringe ku li ser tekoşîn û jiyana Mandela ya şexsî ti guman nebûn, tevahî hevdîtinên wî şefaf bûn û gel pê agahdar bû, Ocalan berevajî wî bû, jiyana wî, damezrandina rêxistina wî, zewaca wî û hevdîtina wî ya bi dewletê re her tim tarî û bi guman bû.

Mandela berpirsiyarê mirina ti hevalekî xwe nebû

Mandela têkoşîneke çekdarî ava kiribû. Di dadgehê de li rêxistin û tekoşîna xwe xwedî derket û got, “em 50î sala bê çek bûn, lê belê vê yekê ti destkeft ji me re neanî.” tekoşîna wî çekdarî bû, lê di jiyana xwe ya şexsî de aştîxwaz û wekhev bû, dîktator nebû, zalim nebû, narsist nebû, ez ezî nebû û ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî ji mirina tu însanan berpirsyar nebû, di nava ANC de bi kesekî re şerê desthilatdariyê nekir, kesek def neda û neçû şûna kesekî, ev însanekî aram û mutewazî bû.

Lê balê, Ocalan haletekî ruhî yê ciyawaz hebû, ew şexsiyetekî patolojîk bû, di salên 90an de di hevpeyvîneke xwe de gotibû, “ev kevokên min ku bi destê kesên din av û xwarinê bixon ez serê wan qut dikim.” ev nîşaneke şexsiyetê wî bû, eynen mîna wan kevoka serê hevalên xwe jî qut dikir, li gor gotinên Ocalan di nava PKK’ê de 15 hezar kadroyên PKK’ê bi destê PKK’ê bi xwe hatine kuştin, û Ocalan ji vê yekê berpirsyar e, li bajarê Berlias yê Lubnanê, PKK’e xwedî kargeheke fêkiya bû, di nava wê kargehê de bermîlên Esîdê hebûn, ku kesek bi talîmata Ocalan dihat kuştin, hestiyên wan di nava van bermîlan de dihatin helandin, ev yek ne propaganda ye, dibe hinek kes bawer nekin, lê belê ev heqîqeteke. Ocalan kuştina rê hevalên xwe bi gotinên têkoşîneke çînî û şoreşgerî meşrû kir, lê belê Mandela yek hevalên xwe jî neda kuştin, û PKK’ê di nava welatparêzên kurda jî qetlîam kir, kesên weke “Ferîd Uzun, Huseyin Elî Akagunduz” bi destê PKK’ê hatin kuştin, Ocalan kuştina van welatparêzan jî weke tekoşîneke îdolojîk bi nav kir, Lê balê Mandela, yek siyasetmedar û welatperwerekî Afrîkî neda kuştin.

Ocalan bi hezaran hîleyan xwe weke xwedayekî nîşan da û mirina însanan ji boy xwe rewa dît, piştî 1999an bi dehan kesan ji boy şert û mercên jiyana Ocalan xwe şewitandin û jiyana xwe da wî, Ocalan ev çalakî miqedes dîtin û meşrû kirin, lê belê wî bi xwe rojekê jî greva birçîbûnê nekir, yanî Ocalan ne tenê ji muxalîfên xwe re, ji yên hez ji wî jî dikir re rêya mirinê rewa kir, Mandela 20 salan girtî bû û 18 salên xwe di greva “Robben” de derbas kir, wî her roj ber dişikandin, erd pakij dikir û tewalêt pakij dikirin, lê tu carî ev zirûfên xwe, roja ji dayik bûna xwe, saxlemiya xwe û jiyana xwe nekir mijareke nîqaşê.

Yek însan ji boy azadiya Mandela nemir, Mandela ji boy yek rêhevalê xwe emrê kuştinê neda. Mandela ji boy xurtkirina desthilata xwe însan nekirin qurbanî, Mandela ne tenê ligel spî pêstan aşitî çêkir, wî ligel reş pêstan jî aşitî çêkir, û ji ber vê yekê bû sembola aştiyê û xelata Nobel jî wergirt. Lê belê, Ocalan li ser mirina ji xwe re rêbertiyek avakir, rêbaza wî û pratîka wî eger em bêjin ka di dîrokê de dişibhe yekî, ew ancax dişibhe Stalîn. Hetta em dikarin bibêjin wek haleta ruhî gelek nêzîkî Hitler bû. Lê gelek zelal û eşkere ye ku Ocalan ne Mandela ye.

Pustên heman beş