Ocalan di 4 xalan de ji kongreya PKKê xwestibû dev ji her tiştî ji boy Tirkiyeyê berdin

Ocalan-kongre-xal-info

Medyaya fermî ya PKKê îro 4 xalên ku Abdulla Ocalan pêşkêşî kongreya 12mîn ya rêxistinê kirbûn aşkere kirin, naveroka her 4 xalan di berjewendîya dewleta Tirkiyê de ye û di yêk ji wan xalan de gotiye: “Berdêla 52 salên têkoşîna PKKê civaka demokratîk e!!”.

Partiya Karkerên Kurdistanê, li ser destpêşxerîya Dewlet Bahçeli û banga 27ê Sibatê ya rêberê xwe Abdulla Ocalan, kongreya xwe ya 12mîn di navbera 5 û 7ê Gulanê de pêk anî û biryara xwehilweşandinê û bi dawî kirina xebata çekdarî da.

Ocalan 4 xalên sereke pêşkêşî kongreyê kirbûn, îro roja çarşemî 4 Hezîrana 2025ê PKKê ew xalên ocalan belav kirin û bi vî rengî:

Ocalan di wan xalan de gotiye PKKê ji ber ku temenê xwe tijî kiriye, divê bi fermî were hilweşandin.

Nirxandina Ocalan bi vî rengîye:

Hevrêyên hêja!

Di dawiya 52 sal, mehek û hefteyekê ya dîroka me ya têkoşînê de em bi rengekî fermî serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi wateyeke hîn şênber em dixwazin ji sosyalîzma bi armanca netewe dewletê derbasî serdemeke dîrokî ya ji sosyalîzma civaka demokratîk bibin. Wekî ku dawî û destpêka her tiştî heye.

Serdemek, ji ber çar sedemên bingehîn divê bê bihurandin.

1- PKK ji ber ku ji aliyê cewherî ve temenê xwe tijî kiriye, divê bi fermî fesix bibe. Mebest ji vê yekê belavbûna reel sosyalîzmê ji ber sedema navxweyî, pêwîstiya bi vekirina rêyeke nû ya sosyalîzmê, rewşa naskirin û pêkhatina nasnameya Kurd e.

2- Têkoşîna çekdarî xwe dispêre stratejiyeke bi armanca netewe-dewletê. Ji bo daketina ji vê armancê û derbasbûna li nava bernameya civaka demokratîk divê xwe bispêre hiqûq û siyaseta demokratîk. Lewma pêwîstî pê heye ku dest ji têkoşîna çekdarî bê berdan. Berdêl û bersiva vê jî naskirina mafê siyaseta demokratîk û misogeriya hiqûqî ya yekbûyî ya qewîm e.

3- Ji ber ku hevdîtin û diyaloga bi dewletê re di bin fermiyeta PKKyê de nayê qebûlkirin, pêwîstî bi fesixkirinê heye ku wekî hêmaneke girîng bûye rojev. Ev yek wekî encameke raya giştî dikare bê dîtin.

4- Ji bo serdemeke nû, derbasbûna li nava qonaxa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêwîstî ye. Hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê formê ve wekî alternatîfa serdema destpêkê, ez di wê baweriyê de me ku biryarên kongreyê yên li ser bidawîkirinê, civaka demokratîk, siyaset û hiqûqa wê, wê dîrokî be û serketinê jê re dixwazim.

Israra li ser mirovahiyê israra li ser sosyalîzmê ye.

Sosyalîzma netewe-dewletê têkçûn e, sosyalîzma civaka demokratîk serketin e.