Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2025ê) ragihandinek li ser binpêkirinên qanûnî û destûrî yên hikûmeta federal belav kir.
Di wê ragehandinê de hatiye, “Di çend salên borî de, hikûmeta federal a Iraqê li ser astê siyasî, aborî û darayî ceza danane ser xelkê Herêma Kurdistanê û berdewam givaştin xistine ser Herêma Kurdistanê da ku wê biçûk û lawaz bike. Tevî ku pêşketina Herêma Kurdistanê fakteta aştî û pêşveçûna deverê ye û di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de di vegerandina tenahî û bicihkirina penaberên naverast û başûrê Iraqê de rolek lîstiye jî, lê hikûmeta federal li şûna hevparî û lihevkirinê rêbazan ji bo cezakirina Herêma Kurdistanê bi kar tîne.”
Birîna mûçeyên Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye ku, “Ev ji bod ema 11 salan e ku, hikûmeta federal budce û mûçeyên xelkê Kurdistanê birîne. Di berdêla vê de, ji bo neşandina mûçeyan her meh hincetên cuda cuda afirandine. Zêdebarî wê yekê ku Dadgeha Federal biryar daye ku mûçeyên xelkê Kurdistanê bêyî derengmayîn bên dayîn û bi ti pirsgirêkekê ve neyên girêdan.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Her meh, wê hincetên Bexdayê qut kirine û pirsgirêkên lîsteya mûçeyan çareser kirine. Ji bo vê armancê jî, wê sîstema mûçeyan ava kir, qanûna hevgirtî ya xanenişîniyê ya Iraqê û sîstema bankê ya mûçeyan bicîh anî û li ser daxwaza hikûmeta federal damezrandina herdemî û girêbest û danana li cihê fermanberan bi hemî rengan rawestand, lê hikûmeta federal her meh mûçeyên mûçexurên wê paş xistine û di tu salekê de her 12 mûçe ji Herêma Kurdistanê re neşandine, ji bilî nebûna dadperweriyê di damezrandin û bilindkirina pileyan de li bernaberî deverên din ên Iraqê. Di biryara herî dawî ya zordardarane û cezakirineke nû de, Wezareta Darayî ya Iraqê biryar da ku mûçeyên heşt mehên sala 2025ê neşîne, di demekê de ku ji 13 milyar dînaran ji para Herêma Kurdistanê ji bo sala 2025ê, tenê 4 milyar dînar hatine şandin.”
Cezayên Bexdayê di warê budceyê de
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa rawestandina petrola Kurdistanê de jî gotiye, “Bexda di 25ê Adara 2023ê de, bi rêya giliyek navneteweyî, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rawestand, ku ev yek bûye sedema windakirina 25 milyar dolaran ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.”
Amaje jî daye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 4ê Nîsana 2023ê ji bo firotina petrolê bi rêya SOMOyê peymanek bi Iraqê re îmze kir. Herêma Kurdistanê 11 milyon bermîlên petrolê dane destê SOMOyê, lê Iraqê tu xerciyên wê berhemanînê nedane.”
Ron jî kiriye, “Ji bilî radestkirina 50% ya dahatên negirêdayî petrolê, ev 11 sal in ku Bexdayê budceya Kurdistanê biriye û wesa proje û pêşxistina bajaran jî rawestandiye, tevî pejirandina budceyê ji bo salên 2023, 2024 û 2025ê. Her wiha, Bexdayê ti qerebû nedaye gelê Kurdistanê yê kîmyabarankirî û jenosîdkirî û Enfalkirî, wekî ku di madeya 132ê ya destûrê de hatiye behskirin.”
Rêgirtina li hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye, “Iraq ne tenê mûçe û budceyê naşîne Herêma Kurdistanê, lê di heman demê de astengiyan li pêşiya hinardekirina petrolê jî diafirîne, ji bo ku nekare aboriya xwe vejîne û mûçeyan dabîn bike. Her çende madeyên 111 û 112ê yên Destûra Bingehîn a Iraqê mafê veberhênana di enerjiyê de ji Kurdistanê re garantî dikin jî, Herêma Kurdistanê hemî hêsankarî ji bo şert û mercên Iraqê û peymanên bi şîrketan re peyda kirine, û peymanên di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketan de li gorî biryarên dadgehên Iraqê qanûnî ne. Lê hikûmeta Iraqê astengiyên nû li pêşiya wê pêvajoyê diafirîne, da ku herêmê ji hêla aborî ve lawaz bike û nekare xwe bi rê ve bibe, wekî ku li destpêka sala 2014ê qewimî.”
Di dawiya wê ragehandinê de jî hatiye, “Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hincetên Bexdayê di warê darayî û petrolê de qut kirine, herwesa amadebûna xwe ji bo danûstandin û xebatê li gorî destûr û biryarên Dadgeha Federal aniye ziman, lê cezakirin û dorpêçên Bexdayê yên li dijî xelkê Kurdistanê berdewam in û niyeta hikûmeta federal di dijberiya kûr a Herêma Kurdistanê û xelkê wê ji bo navxwe û derve ron bûyee. Ev yek jî bûye sedema nerazîbûnên tund ji aliyê partiyên Kurdistanî û Iraqî, Serokatiya Encûmena Nûnerên Iraqê, siyasetmedar û çavdêrên biyanî.”