Gelo li pişt dorpêça Iraqê ya li ser kampa Mexmûr 5 milyon prîket hene?

Gelo li pişt dorpêça Iraqê ya li ser kampa Mexmûr 5 milyon prîket hene?

Di rojên dawî de, Kampa Mexmûr, ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê lê ne, bi xirabûna têkiliyên bi dewleta Iraqê re ketiye rojevê. Li gorî nûçeyên di medyaya PKK ê de, dewleta Iraqê cureyek dorpêçê li ser kampê pêk anîye.

Li gorî nûçeyên di medyayê de li ser vê mijarê, welatiyên Mexmûr ji bo kar an sedemên din qedexe ye ku biçin cihên wekî Bexda, Kerkûk û Mûsilê. Ev yek, bi taybetî ji hêla aborî ve, barekî mezin li ser kampê çêdike. Xelk mexdûr dibin. Car caran, xelk di hundurê kampê de hin meş û xwepêşandanan li dar dixin. Lêbelê, ev kiryarên xelkê bi piranî ji bo motîvekirina xelkê di hundirê kampê de û ji aliyekî din ve jî ji bo motîvekirina lijneya pêwendiyên derve yên PKK ê têne bikar anîn. Ji ber ku pirsgirêka bi rastî bi xwepêşandanên xelkê wergehê ve nahê çareser kirin. Bi rastî, pirsgirêk ne di navbera xelk û dewleta Iraqê de ye pirsgirek di navbera PKK û dewleta Iraqê de ye. 5 milyon brîket-bilok, bi tona çîmento, hesin û mîkserên çîmentoyê di bingehê vê kêşeyêne…

Ne tenê li dijî gel, lê di heman demê de li dijî Komîteya Karûbarên Derve ya PKK ê jî dorpêç heye

Sînordarkirinên dewleta Iraqê ne tenê li dijî xelkê Kampa Mexmûrê ne. Wekî din, hatin û çûna kadroyên PKK ê li ser xeta Silêmanî-Kerkûk-Mehmûr-Mûsil-Şengal û Rojava jî hatiye rawestandin. Berî niha, kadroyên PKK ê bi kartekî ku ji Heşdî Şebî wergirtibûn, dikarîbûn li ser van xetan bi azadî bigerin û bi wesayîtên xwe dihatin û diçûn.

Bûyera ku wekî arêşeya di navbera xelkê Kampa Mexmûrê û dewleta Iraqê de ji medyayê re tê nîşandan, di rastiyê de arêşe di navbera Komîteya Karûbarên Derve ya PKK ê û îstîxbarata Iraqê de ye. Yanî, gel bi rastî jî bûye qurbanê ajandaya PKK ê ya bi dewleta Iraqê re.

2014 û mîsyona nû ya kampa Mexmûr ji bo PKK ê

Kampa Mexmûr di sala 2014 an de bû armanca êrîşên DAIŞ ê. Tevî nîqaşên li ser veguhestina kampê bo cihekî din û gelek pêşniyaran jî, di danûstandinên di navbera PKK, Îran û Iraqê de biryar hat dayîn ku kamp vegere cihê xwe yê berê. Ji ber ku ev herêm yek ji herêmên Kurdistanê bû di çarçoveya madeya 140 an de, ku wekî “herêmek nakok” di navbera dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê de tê hesibandin. Erka PKK ê ew bû ku rê li ber derbasbûna Hewlêrê bo van deveran bigire.

Li ser vî bingehî, heta sala 2023 an gelek îmtiyaz bi dest xistiye.

Di Cotmeha 2017 an de, bi temaşekirina ji dûr ve ya pevçûna di navbera hêzên Pêşmerge û Iraqê de di dema dagirkirina Kerkukê de, piştgirî da dewleta Iraqê. Piştgiriyek veşartî da dagirkirina kampa Mexmûrê ji aliyê Iraqê ve.

Piştî hingê, Kampa Mexmûr wekî navenda çalakiyên kuştin-revandinê yên PKK ê li Hewlêrê hate bikaranîn. Bi rastî, êrîşa ku bi navê bûyera Restoranta Hokkabazê tê zanîn, ku di 19 ê Adara 2019 an de sê kes, ku yek ji wan dîplomatek Tirk bû, hatin kuştin, jî li Kampa Mexmûr hate plan kirin. Piştî bûyerê, kujer dîsa çûn Kampa Mexmûr. Bi demê re, hevsengiyên siyasî guherîn û di têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Iraqê de başbûnek diyarde çêbû. Wekî din, dewleta Tirk bi dronan serjirdeyên PKK ê yên li kampa Mexmûr hedef digirt. Di nav sivîlan de jî windahiyên girîng çêbûn. PKK ê ji bo ku gel aram bike û hem jî dewleta Iraqê razî bike, di 18 ê Cotmeha 2023 an de ragihand ku hêzên xwe yên leşkerî ji wargeha Mexmûrê vedikişîne. Du roj şûnda, tunel û sengerên xwe yên li ser Çiyayê Karaçoxê radestî artêşa Iraqê kir. PKK ew senger radestî hêzên Kurd ango Pêşmerge nekir.

Gelo bi rastî PKK ji Kampa Mexmûr derket?

Bê guman, PKK ji Kampa Mexmûr derneket, wan xwe vekişand bin erdê. Piştî 2014 an, ew di tunelên ku di bin kampê de hatine çêkirin de bi cih bûn û tunelên nû çêkirin. Heta tevahiya niştecîyên Mexmûrê jî ji van tunelan haydar nîne.

Komîteya Karûbarên Derve ya PKK ê di sala 2024 an de bi yekîneya dewleta Iraqê re peymanek çêkir û diyar kir ku ew dixwazin kampê ji nû ve ava bikin, nexweşxaneyek û dibistanek avakin û 5 milyon Briket, ku hin ji wan bi şiklê alîkarîyan bûn, hesin, çîmento, makîneyên çîmentoyê û hwd anîn wargehê. Piştî salekê, dewleta Iraqê xwest serdana kampê bike da ku bibîne ka nexwşxane û medrese avakirine ka xebatê bînasazî çi merhelêda ye. Komîteya Karûbarên Derve ya PKK ê hewl da ku vê serdanê paşde bixe. Lêbelê, serdan di dawiyê de pêk hat û hate destnîşankirin ku di kampê de komplex civakî ya nû nehatiye çêkirin.

Ew amûrên têrî nîv bajarekê dikirin li hole nediyar bûn û çi bînasazî çênekiri bûn. Di encamê de, Iraqê xwest ku wî mawadî paşde wergire.

PKK ê hemû mawad di tunelên ku çêkiribûn de bi kar anîbû. Dewleta Iraqê niha peymana ku wan di demên berê de çêkiribû rawestandiye û diyar kiriye ku ev rewş li gorî peymanên hatine çêkirin nîne. Ango, rewşa Mexmûrê ne pirsgirêkek bi gel re ye, pirsgirêkek di navbera PKK û dewleta Iraqê de ye.

Tunelên ku ji hêla PKK ê ve hatine çêkirin ji bo xelkê Mexmûr bêmifaye. Gel jixwe dikare xwe biparêze. Ew tunel tenê ji bo pêdiviyên PKK ê hatine çêkirin.

Wargeha Penaberan a Mexmûrê ev 30 sal in qurbanê ajandaya PKK ê ye

 ji sala 1994 an vir ve xelkê Mexmûrê li gorî ajandaya PKK ê hatine meşandin û îstismarkirin. Kesên ku 30 sal in li vê kampê dijîn li gorî ajandaya PKK ê wekî senger hatine bikar anîn. Di sala 1995 an de, dema ku ev kes li kampa Etruşê ya nêzîkî Duhokê bûn, PKK ê dixwest vê wargehê li dijî Pêşmerge weke sengerekî şer bikar bîne. Û PKK ê kamp veguherandin qada şer û neçar man ku biçin çolên Mexmûrê bi cih bibin. Li wir jî, PKK ê wargeh wek baregeh bikar anî û xwest ji meşrûiyeta wargehê ya navneteweyî de sûd werbigire.

PKK ev 20 sal in rê li ber çareserkirina pirsgirêka kampê digire

Pirsgirêka penaberên kampa Mexmûr dikaribû bi destpêkirina vegera gundan ya di sala 2004 an de çareser bibûya û xelkê dikarîbû vegeriyana gund û warên xwe. Lê PKK ev yek qebûl nekir. 20 sal ji wê demê ve derbas bûn, xelk bi înîsiyatîfa xwe çûn Tirkiyeyê, pasaportên xwe yên qanûnî wergirtin, ji bo gundên xwe tezmînat wergirtin û dîsa vegeriyan kampê. Yanî, pirsgirêka kampa Mexmûr 20 sal ji alîyê PKK ê vet ê paşve dayî.

Dem hatiye, û pir dereng jî maye, ku pirsgirêka kampa penaberan a Mexmûr, ku PKK bi salan e li ser wê siyasetê dike, xelk bi xwe çareser bike.

Divê xelk êdî çarenûsa xwe, çarenûsa zarokên xwe bigire destê xwe û divê xelk, eşîr, malbat û heta kes jî red bikin ku bibin beşek ji ajandeya siyasî ya tarî a PKK ê û biryarên çarenûsa qedera xwe bidin.