Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê: Yekîtîya Komarê an Înkara Hebûnê ye?

Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê: Yekîtîya Komarê an Înkara Hebûnê ye?

Simko Ebduleziz

Benda 1emîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dibêje: Dewleta Tirkiyê komarek yekane û neparçekirî ye, paytexta wê jî Enqere ye.

Bi vî awayî xala yekem a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dest pê dike, ku yekîtîyê wekî prensîbeke bêguherîn îlan dike, ne wekî têgeheke siyasî lê wekî “pîroziyeke neteweyî” ku gumanê, pirnetewiyê an jî hilweşandin qebûl nake.

Lê li vir yekîtî tê çi wateyê?

Ma ew îfadeya serweriyê ye, an jî formek e ji bo girtina derî li ber hemî cûreyên cudahîyên çandî û neteweyî?

Gelo Kurdek dikare xwe wekî beşek ji vê yekîtîyê hîs bike, an ew tenê “welatiyekî tesadufî” ye ku jê tê xwestin ku bêdeng bimîne da ku bi cudaxwazîyê neyê tawanbarkirin?

  1. Yekîtiya Komarî wekî Têgeheke Otorîter, Ne Peymanî

Yekîtî di sîstemên demokratîk de ji “peymaneke azad” di navbera gelên cihêreng ên ku yekîneya dewletê pêk tînin de derdikeve holê, ne ji asmîlasyon bi zorê di nav yek neteweyê de.

Lê belê Xala 1emîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dewletê wekî tiştekî temam ku ji ezel de heye dibîne, wekî ku ew “hebûnek îlahî” be ku mafê tu pêkhateyekê tune ku wê sererast bike.

Ev madde pênaseyeke dewletê nîne, lê belê nîşaneya desthilatdariyeke yekane ye ku ji pirrengiyê ditirse.

Yekîtî li vir ne peymaneke bi dilxwazî ​​ye, lê belê qeydeka zimanî û destûrî ye ku piştî şerên mezin ên nasnameyê hatiye ferzkirin û di serdema piştî-Osmanî de hatiye formulekirin, dema ku Mustafa Kemal hewl da ku neteweyek paqij ji xirabeyên Sultanatiyê biafirîne… loma jî neteweyek bi rêya înkarê afiran, ne bi rêya pirrengiyê.

  1. Kurd di “Yek Komarê” de: Welatiyekî Tune

Kurd çawa hest bike wexta ku ji wî tê xwestin ku bibe endamê dewletekê ku ji Benda 1ê îlan dike ew “yek” komare?

Ma ewê hest bike ku ev yekîtî ziman, çand, bîr, berxwedan û nexşeya wî ya dîrokî dihewîne?

Yan jî ewê  hest bike ku ew yekîtîya “nasnameya Tirkî” ye, ku bi navê modernîteyê li ser wî hatiye ferzkirin?

Di dewleta Tirk de, Kurd ne beşek in ji peymana komarê, lê belê hebûnek paşguh kirî ye, hindî ku ew dengê xwe dernexe, an jî wekî ramanwerê Alman Carl Schmitt got:

“Yê ku ji hêla dewletê ve wekî dost neyê destnîşankirin, bê guman dijmin e.”

Kurd ne dijmin e, lê Benda 1ê ji Destûra Bingehîn wî dike dijmin, ji ber ku ew derî li ber tu têgînek din a der bare “welat” venake.

  1. Rexneya Felsefî: “Yekîtî” rewatiya xwe ji ku digire?

Ji hêla felsefî ve, rewatî ne li ser hêzê, lê li ser naskirinê tê avakirin, wekî Hegel gotiye.

Yekîtî bi serê xwe pîroz nîne, lê belê di şiyana xwe de ye ku pirrengiyê bêyî ku wê înkar bike bigire nav xwe.

Lê gava ku yekîtî vediguhere baweriyeke neteweperest, ew dibe amûrekê zilmê, ne formek ji bo lihevkirinê.

Xala 1-ê ya Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dewletê vediguherîne boteke nasnameyê, ne peymanek sivîl.

Kurdê ku beşdarî vê peymanê jî nebe, jê tê xwestin ku sondê bixwe… ango xwe înkar bike, heger ne, wê bi xiyanetê were tawanbarkirin.

  1. Ocalan û Xeyala Derbaskirina Dewleta Neteweyî

Abdullah Ocalan hewl dide ku vê hevkêşeyê bi rêya teza “neteweya demokratîk” derbas bike. Ew dewleta neteweyî bi xwe wekî ramanek têkçûyî dibîne ku divê were hilweşandin.

Lê rexne li vir pêdivî ye:

Em çawa dikarin neteweperestiyê di dewletek neteweyî de ku xwe wekî destûrek ferz dike ji holê rakin?

Û em çawa daxwaz dikin ku Kurd dev ji projeya xwe ya neteweyî berdin dema ku dewlet hîn jî bi hêza Maddeya 1-ê ve tê rêvebirin, ku komarek “yek” xeyal dike ku nikare pirrengiyê tehemûl bike?

Pêşniyara Ocalan vê rastiyê paşguh dike ku Kurdan hîn projeya xwe ya neteweyî bi dest nexistine û heta wekî gel jî nehatine nas kirin. Ji ber vê yekê çawa dikare ji wan were xwestin ku ji neteweperestiyê derbas bibin di demekê da hîn tu mafê neteweyî ji wan re nehatine dayîn?

Ev gaveke felsefî ya neexlaqî ye ku înkarkirinê ji nû ve çêdike, li şûna ku wê çareser bike.

  1. Ber bi Yekîtîyeke Peymanî, Ne Îdeolojîk

Ji bo ku Kurd xwe wekî beşek ji dewletê hesab bikin, divê “yekîtîya komarê” ji naskirinê derkeve holê, ne ji fermanek ferzkirî.

Ev yek pêwîst dike:

  • Ji nû ve pênasekirina yekîtîyê wekî “qadeke siyasî a sivîl”.

  • Naskirina Kurdan wekî gelekî xwedî mafên kolektîf,

  • Ji nû ve sererastkirina destûrê li ser bingeha mantiqeke peymanî, ne îdeolojîk û neteweperest.

Yekîtîya rastîn ne li ser desteserkirinê, lê li ser pirrengîyê ava dibe.

Encam: Yekîtîyek ku te nas neke, yekîtîyek li dijî te ye.

Madeya 1, di forma xwe ya niha de, ne bangek ji bo yekîtîyê ye, lê belê berdewamiya înkarê ye.

Her gotareka ku pirsa neteweyî bi navê “serdemeke nû” bêyî naskirinê paşguh dike, hevkarê xerabiyê ye.

Kurd ne cudaxwaz e dema ku çareseriyek pir-dewletî dixwaze.

Lê, destûr cudaxwaz e ji ber ku ew fikra pirrengiyê di yekîtîyê de red dike.