Artêşa Colanî: HSDê heta sibe molet li Dêr Hafirê heye

Jûra operasyonan ya artêyşa Colanî bang li xelkê Dêr Hafirê dike xwe ji bingehên HSDê dûr bikin û eşkere kir, tev amadekariyên êrîşê bi dawî bûne.
Artêşa Colanî îro roja pêncşemî 15 Çileya 2026ê di daxuyaniyekê de gefa êrîşa ser HSDê li Dêr Hafirê kir û dibêje: Kurîdorên derketina şênîyan dê ji saet 9:00 Sibehê heya 5:00 Êvarê vekirî bimînin û heger HSDe rêgiriyê li derketina xelkê bike, dê were armanc girtin.
Jûra operasyonan ya artêşa Sûryeyê her wiha eşkere kirîye ku tev amadekarî yên êrîşa ser Dêr Hafirê bi dway bûne û bang li xelkê kirî ye ji bingehên HSDê dûr bi sekin in.
Ev gefa artêşa Sûryeyê piştî biryara Rêveberîya Xweser ya girtina deriyên bi hikûmeta Şamê re hatîye.