Judenratê herî mezin ê Kurdistanê Evdila Ocalan e…

Rojên dawî de bi taybetî jî li ser medyayên civakî di nav Kurdan de nîqaşeke tund a “judenrat”ê tê kirin. Kesê ku peyva judenrat xiste rojeva Kurdan Evdila Ocalane…

Evdila Ocalan ji destpêka salên 1990an ve dîtiye ku civak li pey gotinên magazîn û populîst diçe, loma  her çend salan carekê jî peyvekî cuda derdixe holê da ku rojeva rast li gel bide şaşkirin û girseyê li pey vê gotina populer birêve bibe. Piştî gotinên wasat û lawaz ên ronakbîrên Kurd, gotinên Ocalan bi taybetî jî li Kurdistana Bakur- bandora xwe çêdike

Piştî nameya Ocalan a 27ê Sibatê, di nav Kurdan de şikandinek mezin çêbû û nîqaşeke mezin hat kirin ku Ocalan PKK û Kurd avêtine ber devê dewleta Tirk. Dema ku xîyaneta Ocalan di hat nîqaş kirin, bi peyva judenrat Ocalan hewl da ku hişê Kurdan tevlî-hev bike.

Peyva judenrat tê çi wate yê?

Peyva Judenrat bi Elmanî tê wateya”Konseya Cihû”ya. Di şerê cîhanê yê duyemîn de Elmanya Nazî ji bo kontrolkirina nifûsa Cihûyan ev konsey çêkiribû. Pêşengên civaka Cihûyan, ronakbîr, nivîskar û bijîşk tên vê saziyê û ji wan tê xwestin ku civaka Cihûyan birêve bibin.

Dema em li dîrokê dinêrin, bi rengekî objektîf em dibînin ku siyaseta Nazî saziyên wiha avakirine û bikêr anîne. Lê wekî ku di nivîsa Ocalan a ku şandibû kongreya PKK’ê re “ji bo parastina malbatên xwe, xelkê  dişînin mirinê” Hin kesên di van konseyan de cih girtine dema awayê bikaranîna Konseyê dîtin, xwe kuştin. Hinên din jî dîsa ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin.

Derbarê mîsyona Judenrat an de Cihû jî dû nêrînan pêş dixînin. Hin dibêjin ku Judenrat ji bo parastina gel û rawestandina têkçûna cihûya tevdigeriyan. Lê hin ronakbîr û nivîskarên Cihû jî Judenratan wekî gopalê siyaseta Nazîyan bi nav dikin.

Heke Peyva judenrat rast be, judenratê herî xeternak Evdila Ocalane

Di derbarê mîsyona dîrokî ya avakirina Judenratan de hê Cihûyan jî nêrînek hevpar nîne. Ev peyva anti-semîtîk ku rola wê ne zelal e, û Ocalan hewl dide li ser sosyolojiya Kurd bisepîne, ne di zanista sosyolojiyê de û ne jî di zanista dîrokê de ti cihê xwe tune ye. Ev peyv ne ji civaka Kurd û ne jî ji têgeha dîrokê re çi qencî çênake. Tenê li şûna peyvên PKK’ê yên berê yên “sîxûr, xaîn, ajan” hatiye bicihkirin. (Di nav kevanan de jî heke bibêjîn piştî ku Ocalan dest bi bikaranîna peyva Judenrat kir, li pey wergirtina eferînekê ji layenên anti-semîtîk Û derewên Ocalan û mamaosteyê wî Yalçin Kuçik weke gotî “Barzanî Cihû ne”) dixwazin vê fikrê berbelav bikin.

Ji kîjan alîve jî lê binêrin , bikaranîna peyva Judenrat li ser Kurdan bê wate ye û lîstokek e. Ocalan heta pêşengên serhildanên Kurda ên ku gorên wan jî ne dîyarin, wekî Şêx Seîd Efendî û Seyîd Riza jî weke Judenrat bi nav dike. Ocalan ji Barzaniyên re ku sed salên dawî de li ser navê Kurdan li dijî sê dewletan şer kirine û sîstema kolonyalîst hejandine jî dibêje Judenrat. Niha jî kadroyên ku sertû yê PKK’ê dixwin û di medyaya PKK’ê de her roj bi rêkûpêk nivîsa dinivîsin, Kurdan wek judenrat tawanbar dikin.

Heke em bêjin ku peyva judenrat a Ocalan rast e (niha Cihû jî napejirînin) wê demê judenratê herî mezin li Kurdistanê Evdila Ocalane. Ger gotina Ocalan ya “Judenrat ji bo dirêjkirina jiyana xwe an jî ya malbata xwe bo mawê 24 saetan Cihû dişandin odeyên gazê” rast be jî, di dîroka Kurd de kesî wekî Ocalan Kurd ji xwe re nekirine qurbanî. Ji bo îspatkirina vê rastîya Ocalan qet ne lazime em li salên 1970an binêrîn.

Ocalan ji bo ku neyê îdam kirin bi hezaran gerîla kirin qurbanî…

Ocalan sala 1999an dema di balafirê de di hate Tirkiyê got “derfet bidin min ez ji we re xizmetê bikim”. Yê ku ji fermandarê Tirk Hasan Atilla Uğur re gotî “derfet bidin min, min sêdare nedin, ezê bibim taşerona we” Ocalan bû. Ocalan ji bo ku neyê îdam kirin ji dewletê re got “ezê hemû PKK’ê wekî ku hûn dixwazin birêve dibim”. Û Ocalan tenê ji bo ku ji dewletê re îspat bike ku PKK di kontrola wî de ye, di 2yî heyva Tebaxa 1999an de ji nişka ve ferman da ku gerîlayên PKK’ê ji Kurdistana Bakur vegerin. Gerîlayên PKK’ê, di mercên payîzê de û bê garantiya ewlehiya rêkê ber bi Kurdistana Başûr ve rêketin. Li gorî qeydên fermî yên PKK’ê 928 gerîla di rêya vekşînê de jîyana xwe ji dest da, 350 gerîla teslîm bûn û aqûbeta bi sadan gerîla jî nediyar e.

Ocalan dîsa ji bo ku ji dewleta Tirk re îspat bike ku PKK’e guhê xwe dide wî, sala 2000ê ferman da PKK’ê ku êrişî YNK’ê bike. Gerîlayên ku heroj bi pêşmergeyên YNK’ê volebola dilîstin, êvarê êriş kirin ser binke û meqerên pêşmergên YNK û bi sedan pêşmerge şehîd kirin. Di şerê YNK û PKK’ê de zêdetirî 200 gerîla û sê qatî wê pêşmergeyên YNK ji bo ku Ocalan xwe ji dewleta Tirk re îspat bike şehîd bûn.

Dîsa heman Ocalan di lêpirsînê de hevalên xwe yên damezrînerên PKK’ê yek bi yek ji dewletê re îspiyonî kirin. Apo ji dewleta Tirk re got “dibe ku Îran bixwaze Cemîl Bayik bike rêber”. Û ji Hasan Atîlla Ugur re got “hemû fermandarên PKK’ê ku dixwestin li şûna min bigirin min ew yek bi yek tune kirin û Ocalan weke serfirazî yekê kuştina Mehmet Şener û rêhevalên xwe ji dijminî re vegot.

Ocalan ji 1999an ve li Îmraliyê ji dewleta Tirk re şêwirmendî dike. Ji bo Barzanî û Talebanî dewlet ava nekin dewletên dagirker hişyar dike. Ji bo HSD’ê dibêje ew bûne beşek ji Îsraîlê.

Em dikarin ji dîroka PKK û Ocalan hezar mînakan bînin û bibêjin ka Ocalan çawa ji bo jîyana xwe ya şexsî keçûkurên Kurdan dişandin mirinê. Li hember hestên mirinê çawa di lerizî û çawa derdora xwe difiroşt dijminî. Ocalan ne ciretê û ne jî helwestên bi rûmet ên Şêx Ebdisselam Barzanî, Seyîd Riza û Şêx Seîd nîşan dide. Berûvajî xwe sipart dijminî.

Ocalan niha van pêşeng û rêberêm Kurdan bi Judenrat-bûnê tawanbar dike. Dûvelukên Ocalan jî kesên ku dixwazin Kurdistanê biparêzin bi Judenrat-bûnê tawanbar dikin. Hevalino Ocalan ji Judenratan jî derbas kiriye. Hûn Judenratekî ku bibêje ez Alman im, dayika min Alman e nabînin. Lê Ocalan bêyî ku zextekê bibîne bi serfirazî dibêje dayika min Tirk e. Heke em bi her awayî li Judenratekî bigerin, em dûr naçin Ocalan hem Judenrat e û hem jî Serokê judenrata ye.

Lê ne hewceyî wê ye jî. Em ji Kurdên ku diçin nav refên dijmin re dibêjin Xaîn û cahş. Cihê Ocalan jî li kêleka van xayînên dîroka Kurdan e, li kêleka Diyap Axa û yên weke Diyap Axa ye.