PKK’e wê di destpêka Tîrmehê de dest bi danîna çekan bike

PKK’e wê di destpêka Tîrmehê de dest bi danîna çekan bike

Tora medyayî ya Rûdawê eşkere kir, biryar e di çend rojên bê de hejmarek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî “niyetpakî” ji bo serketina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, çekên xwe deynin.

Rûdawê ji du çavkaniyên agahdar ên li Herêma Kurdistanê agahî wergirtine û li gorî wan her du çavkaniyan, merasîma çekdanînê dê di destpêka meha Tîrmehê de li Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

Li gorî wan agahiyên ku ketine destê Rûdawê, tê çaverêkirin ku “di çend rojên pêş de Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan derbarê pêvajoya çareseriyê de peyameke nû belav bike û piştî wê pêvajoya çekdanînê dest pê bike.”

Her du çavkanî dibêjin, di navbera 3 û 10ê Tîrmehê de, hejmareke gerîlayan ku hejmara wan hîn bi temamî zelal nebûye û dê di navbera 20 û 30 kesan de bin, di merasîmekê de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi amadebûna medyayê dê çekên xwe deynin.

Derbarê çarenivîsa wan gerîlayên ku çekan datînin de, çavkaniyan wiha got:

“Gerîla dê di merasîmê de çekên xwe deynin û vegerin cihên ku niha lê dijîn, ango venagerin nava bajarên xwe.”

Çavkaniyên Rûdawê amaje bi wê yekê dikin ku “eger guherînên siyasî yên bilez û çaverênekirî rû nedin, plana çekdanînê dê di dema xwe ya diyarkirî de wek xwe birêve biçe.”