PKKe çekan datîne û ber bi qonaxeke nediyar ve diçe

PKK-cekdanan-info

Hejmareke Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) îro weke hengaveke sembolîk li herêma Raperînê ya Başûrê Kurdistanê çekên xwe didanin.

Îro roja 11 Tîrmeha 2025ê bi beşdarîya nûnerên Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê, nûnerê YNKê û herweha nûnerên wezartên Nawxo yên Îraqê û herêma Kurdistanê, hevserokên Dem Partiyê û nûnerên payebilnd yên PKKê, li herêma Raperînê, hejmareke Gerîlayan dê çekên xwe deynin.

Biryara çekdanana PKKê û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî di kongireya 12mîn ya PKKê dahat dayîn ku li 12 Gulana îsal 2025ê li ser daxwaza Ocalan hat li darxistin.

PKKe dibêje: Çekdanîn nîşana niyeta başa meye ku em amadene dev ji têkoşîna çekdarî berdin. Bi hêvîya wê yekê Tirkiyê hengavên erênî û ber bi pêş di hewlên çareseriyê de bavêje.

Şandeyekê payebilindê partiya wekhevî û demokrasiya gelan (Dem) ji Bakurê Kurdistanê hatiye da ku beşdarî merasîmê bibe.

Pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dê bi çekdanînê bikeve qonaxeke nû, lê ev neqonaxa dawî ya pêvajoyê ye, xuya dike ku destpêkek dine ji boy pêvajoyê, tevî ku Tirkiye hêjan navê aştiyê li vê pêvajoyê nekiriye û ew wê weke pirojeyê (Tirkiyeya bê teror) hesab dike.

Piştî dîmena sembolîka çekberdanê, çav li ser Tirkiyê ne, tê payîn ku hikûmet û parlementoya Tirkiyê gavên nû bavêjin da ku pêvajo bi ser bikeve.

Li gorî berdevkê AKPê Omer Çelîk, sibe roja şemiyê, Recep Tayîp Erdogan dê gotareke dîrokî li ser pêvajoya çareseriyê pêşkêş bike.

Rêberê girtiyê PKKê Abdulla Ocalan di 27ê Sibata îsal 2025ê da banga çekdanînê û xwefesixkirinê li PKKê kir û got ku pêwîstî êdî bi PKKê nemaye û divê were fesix kirin, Ocalan ev bang li ser daxwaza Dewlet Bahçelî kir û bêy ku ti mafek ji boy gelê Kurd were garantî kirin.