Evdila Ocalan, rêberê PKK ê ku niha rêxistina xwe fesihkirîye 47 salan serokatiya wê kir. Û di wan 47 salan de, wî du caran lêborîn xwest. Piştî şerekî 47 salan ku wêraniyek mezin li ser Kurdistanê de anî. Gelo Evdila Ocalan ji kê lêborîn xwest?
Lêborînxwastina yekem
Yekem lêborîn xwestina tomarkirî ya Evdila Ocalan di 1 ê Hezîrana 1999 an de li dadgeha wî ya li Stenbolê bû.
Li wê dadgehê, Evdila Ocalan ji malbatên leşkerên Tirk ên ku di şer de hatibûn kuştin re axivî û got:
“Ez dixwazim daxuyaniyek kurt ji bo hemî malbatên rêzdar ên şehîdan(yên Tirk) bikim. Ez bi dil û can xemgînî û êşa wan parve dikim. Dîsa, ez ji wan lêborîn dixwazim ji ber para xwe ya berpirsiyariyê li vir.
Lêborînxwestina Duyemîn
Evdila Ocalan lêborînxwestina xwe ya duyemîn di dawiya pirtûka xwe ya bi navê “Parastina Gelekî” de, ku di sala 2004 an de hatiye weşandin, da kir. Ocalan wiha got:
Ji ber çanda nêçîrvanîyê ya ku di zarokatîya min de di genên min de hebû dêhêla ku ez bêtirs nêçîra çûka bikim, serê wan jêkim; û ji heywanên ku min bi jîrî nêçîr kirine û kuştine… dixwazim lêborînxwastina xwe ji wan bikim. Bi vî awayî dest bi jîyanek nû bikim.
Ji ber vê yekê, Ocalan carekê ji malbatên leşkerên Tirk yên ku mirine û carekê jî ji ajalên ku nêçîr kiriye lêborîn xwest. Lê gelo wî lêborîn ji Kurdan xwest, ku di vî şerê 47 salan de windahiyên giran dan û êşên mezin kişandin? Na…
Di nameyekê de ku di 27 ê Sibata 2025an de hatiye weşandin, û hilweşandina PKK ê ragihand, Evdila Ocalan diyar kir ku “piştî salên 1990î, PKK bû sedema bêwateyiyê û şer xwe dubare kir.” Ango, şer piştî sala 1990 î nehewce bû. Lê dîsa jî, di tevahiya dîroka PKK’ê de, 50,000 endamên PKK ê jiyana xwe ji dest dane. Û hema bêje hemû ji wan piştî sala 1990î canê xwe jidest da. Ji ber vê yekê, ne hewce bû ku 30,000 endamên PKK ê yên ku di navbera salên 1990 û 1999an de jiyana xwe ji dest bidin. Ocalan di 1 ê Hezîrana 2004an de şerekî din da destpêkirin. Û ji wê demê ve, 20,000 gerîlayên PKK ê jiyana xwe ji dest dane. Ev 50,000 kes bêsebeb mirin. Gelo Evdila Ocalan ji bo egoya şexsê xwe û xeyalên xwe yên tarî ev qas keçûkurên Kurdan dan kuştin ma lêborîn ji kesûkarên şehîdên Kurdan xwest? Na…
Gelo Ocalan lêborîn ji gund û xelkê ku piştî şerê 1990 wêran û penaber bûyî, xwest? Na.
Nêzîkî 2,000 endamên PKK ê di nav PKK ê de bi fermana Ocalan hatin kuştin. Bi dehan endamên payebilind, di nav de Çetin Gongor, Enver Ata, Emrullah Kumral, Mehmet Şener, Faruq Bozkurt, Barzan Dûrre, Kanî Yîlmaz, û Şapur Bodişava û bi hezarên din ji ber rexneyên xwe yên siyasî yên li ser Ocalan hatin kuştin. Belê, Ocalan ji çûkên ku di zarokatiya xwe de kuştibûn lêborîn xwest, lê mixabin ji hevrêyên xwe yên ku wî dane kuştin lêborîn nexwast.
Bi fermana Ocalan, Kurdên ji tevgerên siyasî yên dinjî tenê ji ber ku ew ne endamên PKK ê bûn, hatin qetilkirin. Bi dehan kesayetên rêber, di nav de Ferît Uzun, Hikmet Fîdan, Mistafa Çamlîbel, û Mistafa Tangûner, ji aliyê PKKê ve hatin kuştin. Gelo Ocalan ji wan lêborîn xwest? Naa.
Bi fermana Abdullah Ocalan, PKK ê di sala 1992an de li dijî Başûrê Kurdistanê şer da destpêkirin. Di vî şerî de, gundên Başûrê Kurdistanê hatin şewitandin û desteserkirin, û xelkê herêmê bûn qurbanî. Di vî şerî de zêdetirî hezar Pêşmerge şehîd bûn. Gelo Ocalan ji gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge lêborîn xwest? Na.
Evdila Ocalan ji leşkerên Tirk û çûka lêborîn xwest, lê piştî şerê 47 salan ê wêrankar, Ocalan qet ji Kurdan lêborîn nexwest. Berevajî vê, di nameyên xwe de piştî hilweşandina PKK ê, wî kesayetiyên mîna Şêx Seîd û Seyît Riza bi xayîntiyê tawanbar kir. Ocalan çand û zimanê Kurdî wekî gilêş-zibil pênasekir.
Divê pêşî Evdila Ocalan bê hûvewêve derkeve û ji Kurdan lêborînê bixwaze.