Li Çanakkaleyê şewateke mezin bi daristanan ket û 5 gund hatin valakirin

Li navçeya Gelîbolû ya parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê, şewateke mezin derket û ji ber bayê bihêz li herêmeke berfireh belav bû. Wek tedbîr, pênc gundên derdorê hatin valakirin.
Li gorî agahiyan, şewat duh di saetên êvarê de li navçeya Gelîbolûyê dest pê kir û bi bandora bayê tund, di demeke kurt de geş bû. Tîmên agirkujiyê hem ji bejahî û hem jî ji asman ve destêwerdanê li agir dikin û hewl didin ku şewatê bixin bin kontrolê.
Parêzgarê Çanakkaleyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina canê welatiyan û kêmkirina ziyanên şewatê, pênc gund hatine valakirin. Hate diyarkirin ku gundî li cihên ewle hatine bicihkirin.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Daristan û Çandiniyê yê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli jî derbarê mijarê de axivî û da zanîn, Tirkiye bi awayekî cidî di bin bandora guherîna keşûhewayê de ye. Yumakli got, “Ji destpêka îsal ve em rûbirûyî 5 hezar bûyerên şewatê bûne.”