Îranê îsal 116 Kurd îdam kirine

Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê hatine tomarkirin, Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka îsal ve heta niha 800 kes bi dar ve kirine.
Di nava 8 mehên borî de herî kêm 30 girtiyên siyasî û mezhebî hatine bidarvekirin.
Di heman demê de, herî kêm 22 jin û zarokek jî li girtîgehên Îranê hatine daleqandin.
Ji wan 800 girtiyên ku hatine bidarvekirin, 116 kes Kurd bûn, 107 kes Lor bûn, 92 kes Belûç bûn û 82 kes jî Tirk bûn.
Her wiha li gorî amarên Hengawê, di heman demê de herî kêm 46 welatiyên Efxanistanê li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê derbarê zêdebûna hejmara bidarvekirinên li Îranê hişyarî da û bangî hemû rêxistinên sivîl û mafên mirovan ên Îran û cîhanê kir ku li hemberî van kiryarên Komara Îslamî ya Îranê helwesteke bibiryar nîşan bidin.