Vekişîna bilez a Amerîkayê rewşa Iraqê xiste metirsiyê

Çavkaniyek siyasî ji medyaya erebî re got ku Amerîkayê aliyê Iraqî ji biryara vekişandina tavilê ya hemî leşkerên xwe ji Iraqê agahdar kiriye, bi vî rengî ji bernameya ku berê di navbera Bexda û Waşingtonê de ji bo kêmkirina hêzên leşkerî li hev kiribûn derbas bûye. Pisporekî siyaseta Amerîkayê dibêje ku heke Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya Heşdî Şeibî bi pejirîne, vebijarka cezayên aborî û êrîşên li ser eniya berxwedanê li ser maseya Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Li gor zanyariyên Sky News Arabia ji çavkaniyekî veguhestiye, Waşingtonê biryar daye ku bi awayekî bilez leşkerên xwe ji her du baregehên leşkerî yên Eyn Esed û Victoria vekişîne.
Biryare beşek ji van hêzan dê li Hewlêr a paytexta Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin bicihkirin û beşek ji wan jî dê li welatekî cîran ê ereb re were şandin.
Çavkaniyan gotin ku Amerîkiyan ji Iraqiyan re gotine ku pêvajoya vekişînê dê ji ya ku hatiye plankirin zûtir be û ew ê li gorî çarçoveya demê ya ku di peymana vekişînê de hatiye destnîşankirin tevnegerin.
Ev pêşketin di demekê de tê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî encamên qanûna Heşdî Şeibî derdikeve.
Çavdêr bawer dikin ku ger hegemonyaya Heşdî Şeibî zêde bibe, an jî berjewendiyên Waşingtonê bixe metirsî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibe ku serî li cezayên aborî û pêngavên leşkerî bide.