Ciwanên Iraqî ji ber hejariyê ji bo artêşa Rûsyayê şer dikin

Ciwanên Iraqî ji ber hejariyê ji bo artêşa Rûsyayê şer dikin

Analîstê siyasî yê Iraqî Elî Hebîb ji kanala One News a Iraqê re ragehand: “Ciwanên Iraqî ji ber hejariyê bûne kirêgirên artêşa Rûsyayê û di şer de beşdar in.”

Li gorî raporên navneteweyî, 600 çekdarên milîsên Iraqî di meha Sibatê de çûne Rûsyayê da ku li dijî Ukraynayê şer bikin.

Ew Analîstê siyasî dibêje rewşa aborî ya dijwar û bêkarî sedeme ku ciwanên Iraqî dibin kirêgirên şer. Ev ji bo serwerî û pozîsyona Iraqê pir metirsîdar e û ev doz bi qasî mijara bazirganiya mirovan xeternak e.

Herwiha dibêje: “Hikûmeta Iraqê di parastina jiyana welatiyên xwe de xemsar e û ji bo pêşîgirtina wê ti tedbîr negirtiye, ku dê bandorek neyînî li ser Iraqê bike.”