Mehmet Uçum: Ev ne ‘pêvajoya çareseriyê’ ye, lê ‘pêvajoya derbasbûnê’ ye

Mehmet Uçum: Ev ne ‘pêvajoya çareseriyê’ ye, lê ‘pêvajoya derbasbûnê’ ye

Şêwirmendê serokkomarê Tirkiye Mehmet Uçum, di derbarê guhertina madeya 66’an a Destûra Bingehîn de ku, nasnameya hemwelatiyê diyar dike, daxuyaniyek da. Uçum got, “Dibe ku di Destûra Bingehîn de nasandina hemwelatiya Tirk weke têkiliyeke hiqûqî bi awayekî zelaltir bê diyarkirin û bi vî awayî bê guhertin: ‘Bêyî ku li nasnameya etnîkî û ayîniyê bê nêrîn, her kesê ku bi hiqûqî bi Dewleta Komara Tırkiyeyê ve girêdayî ye, hemwelatiyê Tirk e.

Di çarçoveya pêvajoya nû de ku bi banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçeli ya ji bo serokê PKK’ê Abdullah Öcalan dest pê kir, Mehmet Uçum, şêwirmendê serokkomar û berpirsê Desteya Polîtîkayên Hiqûqî, daxuyaniyên nû da. Uçum di axaftina xwe ya bi Fevzi Çakır ê ji Habertürk re got ku ev pêvajo ne “pêvajoya çareseriyê” ye, lê “pêvajoya derbasbûnê” ye. Uçum cudahiya bingehîn di navbera vê pêvajoyê û pêvajoya berê de wiha vegot: “Cudahî ev e ku têkoşîna li dijî terorê, hem li dijî hêmanên çalak hem jî yên piştgir, bi awayekî bênavber û bi biryar tê meşandin û ev qonaxa nû hatiye destpêkirin.”

Uçum wiha dewam kir: “Ev ne ‘pêvajoya çareseriyê’ ye, lê ‘pêvajoya derbasbûnê’ ye. Ji bo Tırkiyeyeke bê teror înîsiyatîfa dewletê derketiye holê û ev pêvajo weke polîtîkayeke dewletê tê birêvebirin. Weke şertên destpêkê yên vê pêvajoyê, rêxistina terorê hatiye fesihkirin û biryara devjêberdana çekan hatiye girtin. Bi fesihkirin û devjêberdana çekan, pêvajoya derbasbûnê bi awayekî konkrêt dest pê kir. Niha xebat tên kirin ku ev pêvajo bi serkeftî bê temamkirin.”

Uçum, ji bo ku ev pêvajo bi hiqûqî bê misogerkirin, pêşniyara “Qanûna Pêvajoya Derbasbûnê” kir û got: “Ev rêkûpêkkirin divê qanûneke yekane, demkî û taybet be.” Uçum wiha dewam kir:“Di naveroka qanûnê de divê dawîanîna terorê ya bêşert, bêmerc û bêbazariyan weke bingehekê bê girtin. Qanûn divê mijarên weke beşdarbûn û entegrasyona jiyana civakî û aborî, hiqûqa cezayê û înfazê, û hiqûqa civakî bigire nava xwe. Bêguman, derxistina vê qanûnê bi lihevkirineke civakî û siyasî ya fireh an jî têrker pir girîng e. Ev qanûn divê tu xalên ku dikarin li dijî Destûra Bingehîn bêne şîrovekirin negire nava xwe. Herwiha, dema naveroka qanûnê tê amadekirin, hesasiyetên dewletê, welat û milet divê weke krîterên bingehîn bêne dîtin.

Di vê pêvajoya derbasbûnê de ne daxwaz û mafên giştî, lê şertên hiqûqî yên teknîkî û pratîk ên ji bo kesên di çarçoveyê de ne têne nirxandin. Naveroka qanûna taybet jî divê bi vê nêzîkatiyê bê diyarkirin.”

“Di serdema rêveberiya Serokwezîrê Tırkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan de polîtîkayên redkirin û înkarkirinê bi dawî bûn. Kurdan bi nasnameya xwe, rakirina qedexeyên li ser zimanê dayikê, mafên akademîk û çandî, geşepêdana herêmî, refaha aborî û edaleta civakî gihîştin îmkanan. Bi kêmkirina terorê di hundirê welat de jî jîngeheke aram çêbû.Bêguman, di çarçoveya pêşxistina demokrasiyê û nûkirina destûrê de her tim mijarên ku dikarin bêne nirxandin hene. Di vê çarçoveyê de:

Dibe ku nasandina hemwelatiya Tirk weke têkiliyeke hiqûqî bi awayekî zelaltir di Destûra Bingehîn de bê diyarkirin û bi vî awayî rêkeftinek bê danîn: ‘Bêyî ku li nasnameya etnîkî û ayîniyê bê nêrîn, her kesê ku bi hiqûqî bi Dewleta Komara Tırkiyeyê ve girêdayî ye, hemwelatiyê Tirk e.’

Zimanê Tirkî weke zimanê dewletê, yanî zimanê fermî yê yekane û zimanê perwerdeyê bêguman ne mijareke nîqaşê ye. Lê belê, dibe ku rêkeftineke destûrî bê danîn ku usûl û esasên perwerdeya bi zimanên din ji bilî Tirkî bi qanûnan bêne rêkûpêkkirin.

Dibe ku reformeke rêveberiyên herêmî bê rojevê ku avahiya yekpare piştgirî bike, meclîsên herêmî di warê taslaqên budçeya herêmî û çavdêriyê de xurt bike, û berpirsyariya navendê di rêveberiya herêmî de zêde bike. Lê ev mijar êdî bûne mijarên hevpar ên tevahiya civakê. Ne bi nêzîkatiyên veqetîner, lê bi polîtîkayên hevpar wê bêne çareserkirin.”