Evdila Ocalan careke din xwe pîrûpak kir, vê carê tawan xist stûyê Selahattîn Demîrtaş de

Hatiye îdiakirin ku Evdila Ocalan, serokê PKKe ya hilweşandî, ji ber gotina wan ya “Em nahêlin tu bibî serok” Demîrtaş û Sirrî Sûreyya Onder sûcdar kiriye.
Di îdiaya ku ji hêla nivîskarê rojnameya Sozcu Aytunç Erkîn ve hatiye îmzekirin de, her wiha tê îdiakirin ku Ocalan, di hevdîtinekê de bi şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê re gotiye, “Selahattîn di serdema xwe de got, ‘Em nahêlin hûn bibin serok’. Ev ne rast bû… Mijara ‘Em nahêlin hûn bibin serok’ sûcê Selahattîn û Sirrî bû.”
Dirûşma “Em nahêlin hûn bibin serok” û şerê xendekan…
Me gelek caran nivîsandiye ka çawa di sala 2015 an de, dema ku Demîrtaş di guhê Sirrî Sûreyya Onder de got, dirûşma “Em nahêlin hûn bibin serok” hatiye qêrîn. Me gotîye ku ev komployek li dijî Kurdan e. Lê hem em û hem jî her kesê ku digot ev dirûşme xelet e, ji aliyê çepgirên Tirk ve, bi taybetî jî PKKê ve, di hatin lînçkirin.
Erê, bi rastî, ew dirûşme xelet bû. Ev pêvajoya ku Kurdan li dijî Erdogan danî û bû sedema tifaqa Bahçelî û Erdogan, wêraniyeke mezin serê bû Kurdan anî. Kolandina xendekan bi paralel bi vê dirûşmeyê re encama hevkariya layenên ku digotin “Em ê nehêlin hûn bibin serok” bi PKKê re bû. yanî, pirsgirêk ne tenê ev dirûşme bû; ew bi zanebûn xistina Kurdan nav guhertinek bereyê tekoşînê de û xerckirina enerjiya Kurdan di deh salên di navbera 2015 û 2025an de bû. Di vê demê de, Kurd hatin têgehandin ku pergala bi navê faşîzma MHP-AKP hilweşînin. Di encamê de, 12 bajarên Bakurê Kurdistanê hatin wêrankirin, bi milyona mirov koçber bûn û nêzîkî sê hezar ciwanên Kurd dixendeka de jiyana xwe ji dest dan.
kişandina Kurdan nav şerekî ku navenda wê rejîma Erdogan bû û kolandina xendekan ne xeletiyeke taktîkî bû; ew planeke tarî û bi zanebûn bû. Evdila Ocalan û PKKe berpirsiyarê vê pêvajoyê ne.
Selahattin Demirtaş: weke Kerê ku ajotin nava zeviyê Mayînan e
Di serdema ku Demirtaş ragihand, “Em ê te nekin serok”, danûstandinên bi Evdila Ocalan re rojane berdewam dikirin. Wê demê, Ocalan bixwe diyar dikir ka dê “kî dê di nav PKKê de bibe hevserokê KCKê, kî dê di rêveberiya Rojava de be, kî dê bibe şaredarê Dîyarbekirê, û kî dê ji ku derê bibe namzetê parlementoyê.” Wî di notên xwe yên hevdîtinên heftane de talîmatên çep û rast da. Lêbelê, Ocalan negot, ne bêjinê em te nekin serok û mudaxeleyî şerê xendekan nekin. Di bin ferman û planên wî de ew pêvajo hete despêkirin.
Serokatiya PKKê ya wê demê wekî Bayik, Qarasu, Kalkan, Hozat, û Qarayilan, jî piştgirî dan vê dirûşmeyê û bi xwe karesata xendekan organîze kirin. Wan pirsgirêka Kurd veguherandin meseleya “rûxandina desthilata Erdogan”.
Niha, dem guheriye, û divê kesek ji ber xwînrijandina berpirsyar wer girtin û bibe berxê qurbanê û ew jî peyda bû: Selahattin Demirtaş. Armanca me ne parastina Selahattîn Demîrtaş e. Ji bilî vê, wî jî ev çerxa xelet zivirand û nuke di girtîgehê de ye. Ocalan, hikûmet û PKKe hemî ji ber ku ew di girtîgehê de ye pir kêfxweş in. Û Ocalan dê di dawiyê de biryar bide ka ew ê were berdan an na.
Bi rastî, Demîrtaş rola “kerê ajotî nava zevîya mayîna” lîstiye. Birayên Ergenekonî yên Sirrı Süreyya Önder, sermayedarên Tirkiyeyê yên ku ji Erdogan nerehet in û popolîzma medyayê ew kişandiye vê rêyê. Bê guman, bi piştgiriya Ocalan û PKKê ev pêvajo dimeşî.
Mîtolojiya “xwedatiya bêkêmasî” ya Ocalan…
Pêwendîyên aliyên tarî yên hevdîtinên di navbera Ocalan, PKKe û dewletê de mijarek dirêj e. Gelek aliyên wê hene. Bê guman, ew bi rewşa hişê Ocalan bi xwe ve jî girêdayî ye, ku mîsyonek “xwedawendî” dide xwe.
Ocalan megalomanek e.
Ji bilî pirsên wekî gelo îdiaya Ocalan a ku Demirtaş li dijî Erdogan e rast e an jî rojnamevan Aytunç Erkîn çawa ev agahî bi dest xistiye, her kesê ku bi şêwaza siyasî û rewşa hişê Ocalan nas dike dizane ku îhtîmalek pir mezin gotinên Ocalan rast bin. Ji ber ku Evdila Ocalan qet ji tiştekî berpirsiyar nîne. Ew her gav rastiyê dibêje û qet şaşî nekiriye, lê dîsa jî kes wî fêm nake. Yanî, ev 50 sal in, yek kesî jî Ocalan fêm nekiriye.
Ocalan kesek li Şamê vileya de dirunişt, gerîlayên li welat jîyana xwe ji dest didan re digot “ew ji bo parîyekî nan mirin” ji bo min xisar bikin mirin.
Ocalan “bêkêmahî” ye…!? Ocalan hebûnek xwedayî ye…!? Bi rastî, Ocalan pragmatîst û megaloman e ku dê her kesî, her tiştî, hemû bawerî û rêxistina ji bo xwe bifroşe.
Kesek nema ye ku Ocalan ew wekî “xayîn, ajanek objektîf, ajanek subjektîf” nehatibe binavkirin.
Ev e rastiya Ocalan. Tevî vê yekê, divê her kesê ku li kêleka Ocalan dimeşe dema ku ji hêla Ocalan ve tê şermezarkirin û tawanbarkirin, dive bersiveke wan bo wî hebe û rehmê pê nebin.