Amerîkayê, 4 komên mezin yên Heşda Şebî weke terorîst îlan kirin

USA-Iraq-Hashid-SHabi-info

Wezareta derve ya Amerîkayê, bi fermî 4 mîlîşiyayên di nava Heşda Şebî ya Şîe ya Îraqê de,  wekî rêxistinên terorîst îlan kirin.

Wezareta derve ya Amerîkayê roja çarşemê 17 Îlona 2025ê di daxuyaniyekê de got ku yekîneyên Nuceba, Seyîd Şuheda, tevgera Ensarulah El Ewfiya, dîsa yekîneyên Îmam Elî wekî rêxistinên terorîst li cîhanê hatine dest nîşan kirin.

Herwiha dyar kir, Îran ku piştevana herî mezin ya terorê ye li cîhanê, li ser piştgrîya van rêxistinan dewam dike bi rîya hêsan kirina êrîşên wan li deverên cuda yên Îraqê.

Li gorî daxuyaniyê, van koman gelek êrîş li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û baregehên leşkerî yên hêzên Amerîkayê û Hevpeymanyê pêk anîne.

Wezaretê got: Ev ceza wekî beşek ji duyemîn yadaştnameya ewlehiya neteweyî ya serokatiyê tê, bi fermana serok Trump hatîye dayîn ku tê de zexta herî zêde li ser Îranê bê kirin da ku çavkaniyên piştgrîya rejîmê bo komên terorîst were sînordar kirin.

Wezareta derve ya Amerîkayê herwiha destnîşan kir ku Amerîka dê hemî rêbazên berdest bikar bîne da ku berjewendiyên ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze û rê li ber gihîştina piştgriyê ji komên terorîst re bigre.

Pustên heman beş