Siyasetmedarekî Îraqê: Destê îstîxbarata Hindistanê di xwepêşandanên 2019an ên Iraqê de hebû

Siyasetmedarekî Îraqê: Destê îstîxbarata Hindistanê di xwepêşandanên 2019an ên Iraqê de hebû

Kazim Seyadi, parlamenterekî berê yê Iraqê û çalakvanekî siyasî yê nêzîkî milîsên Heşdî Şeibî ye û di hevpeyvînekê de bi kanalek milîsan re îdia kir ku xwepêşandanên Cotmeha sala 2019ê yên Iraqê de, destwerdana îstîxbaratên­ welatan hebû, di nav de jî îstîxbarata Hindistanê destê wan hebû.

Ji ber vê daxuyaniyê, Kazim Seyadi hemî komên ereb ên şîe yên desthilatdar rastî pêlek tinaz û henekên gelê Iraqê hatine û li ser hemî torên civakî bi dehan vîdyo û wêneyên henekdar, li ser vê tohmetê diaxivin.

Xwepêşandanên Cotmeha 2019an li dijî nebûna xizmetguzariyan, serdestiya milîsên Îranî, gendelî û neheqiyê li Iraqê, tevî zêdetirî 600 kesan ji hêla hêzên ewlehiyê û milîsên Iraqî ve hatine kuştin, lê xwepêşandan (ku hin kes li Iraqê jê re dibêjin Şoreşa Cotmehê) hate tepeserkirin, Ne tenê daxwazên xwepêşanderan nehatin bicîhanîn, lê hemî kêmasiyên ku wan xwestin werin çareserkirin niha zêde bûne.