Îsmaîl Beşkiçî: Referendûm pir girîng bû û pêwîst bû ku were lidarxistin

Îsmaîl Beşkiçî dostê gelê Kurd di yêk ji nirxandinên xwe yên debarê Referandûma serxwebûna Kurdistanê de dibêje: “Referendûm pir girîng bû û pêwîst bû ku were lidarxistin, Kurd dikarin her gav vê encamê îspat bikin”
Îsmaîl Beşkiçî di vê nirxandina xwe de ku li 18 Çirya Paşîn ya sala 2021ê kirbû wisa dibêje:
Referendûm pir girîng bû û pêwîst bû ku were lidarxistin.
Serok Barzani di 7ê Hezîrana 2017an de daxuyaniyek da ku referandûm dê di 25ê Îlonê de were lidarxistin. Piştî vê yekê, welatên Rojavayî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li pey hev daxuyaniyên dubare dan û gotin ku ne dema referandûmê ye.
Wan got, ‘Niha hewcedarî bi referandûmê tune.’ Bi ya min, ji bo Kurdan girîng bû ku referandûmek li dar bixin, tevî dijberiya Îran, Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dewletên Ewropî.
Dengê ‘Erê’ yê ji sedî 92 di 25ê Îlonê de îradeya gelê Kurd nîşan dide. Kurd dikarin her gav vê encamê îspat bikin. Ev ji bo Kurdan kiryarek e. Referandûm diviyabû were lidarxistin û ew hate lidarxistin.”