Mekteba Siyasî ya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî dicive

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li Pîrmamê bi serokatiya Serok Barzanî dicive û danûstandinan li ser hin mijarên girîng dike.
Biryare îro 29.09.2025ê Polîtburoya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî bicive û hat zanîn di civîna Polîtburoya PDKê de, rewşa siyasî ya Iraq, Herêma Kurdistanê û deverê, pirsa hilbijartinên bên ên Parlamentoya Iraqê Iraqê û danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dê di vê civînê de bên nîqaşkirin.
Herwaha di vê civînê de dê pêngavên dawiyê yên avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên nîqaşkirin û tê payîn ku, biryara dawiyê li ser encamên danûstandinên di navbera şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de bê dayîn. Piştî vê civînê jî, avêtina pêngavên qanûnî û siyasî ji bo civîna Perlemantoyê û avakirina hikûmetê dê bê destpêkirin.