Bahçelî: Ji bo me tenê daxuyaniya Îmraliyê ya 27’ê Sibatê bingehîn e

Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî, derbarê “pêvajoyê” de rexne li DEM Partiyê girt û “xeta sor” a partiya xwe eşkere kir û got, “Ji bo me tenê daxuyaniya Îmraliyê ya 27’ê Sibatê bingehîn e.” Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna fraksiyona partiya xwe ya li parlamentoyê de, li ser rojeva siyasî û pêvajoyê axivî.
Bahçelî diyar kir, armanca wan ew e ku bi rêya danûstandin û şêwirê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin û proseya aştiyê jî bi vê mebestê hatiye destpêkirin.
Lêbelê, Bahçelî rexneyên tund li helwest û gotarên berpirsên DEM Partiyê girt û îdia kir ku ew bi zimanekî berpirsiyar tevnagerin. Wî amaje bi diruşmên ku li parlamentoyê tên avêtin kir û ev yek weke “zêdegavî” bi nav kir.
“Daxuyaniya 27’ê Sibatê Bingehîn e”
Bahçelî diyar kir ku ew ji bilî daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, ti daxuyanî û nêrîneke din qebûl nakin û ew ji bo wan bêwate ne.
Bahçelî wiha axivî: “Komîsyona Proseya Aştiyê digihîje dawiya karên xwe. Helbet tundiya çil û yek salan di rojekê de bi dawî nabe. Lê divê hemû kes û bi taybet aliyê danûstandkar zimanekî berpirsiyar bi kar bînin. Li bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê cih û pêwîstiya diruşmên zêdegavî nîne. Ji bilî daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê, her gotinek, nêrînek, pêşniyaz û nirxandinek li ba me bêwate ye. Ji bo me Daxuyaniya serokê damezrîner ya 27’ê Sibatê bingehîn e û ewên ku di vê arasteyê de berdewam dibin bi aqil tevdigerin.”