Ji dema hilweşandina xwe ve, her roj tawaneka wisa ya PKKê eşkere dibe

Nasnameya 6 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku ji sala 2023ê ve ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistina PKKê mirina wan veşartî hiştibû, ji dema hilweşandina xwe ve, her roj tawaneka wisa ya PKKê derdikeve holê.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 15 Cotmeha 2025ê, nasnameyên 6 çekdarên xwe aşkere kirine ku pêşî 2 salan berê wan daye mirinê û mirina wan veşartî hiştibû.
Ev 6 ciwanên Kurdan li 19î Xizîrana sala 2023ê li çiyayên Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk.
Navên wan wisaye:
Bariş Niyazî ji Erzerûmê.
Kerîm Xidir ji Xoyê.
Basil Ferîd ji Efrînê.
Diyar Enwer ji Kobanê.
Hesen Ehmed ji Dêrezorê.
Cengîz Xelîl ji Sêrtê.
PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.