Pêvajoya ku bi hilweşandina PKKê ji aliyê Evdila Ocalan ve û bidawîbûna têkoşîna çekdarî di 27 ê Sibata 2025an de dest pê kir, dawî li pevçûnên di navbera Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û PKKê de anî.
Gelê Herêma Kurdistanê, bi taybetî herêma Behdînanê, di vê pevçûnê de pirr êş kişand. Ev der ji sala 1991an û vir ve navenda sereke ya pevçûnên di navbera PKKê û TSKê de bû. Piştî sala 1992an, PKKê şer bi awayekî hevahengî ber bi devera Behdînanê ve kişand. Ev rewş heta sala 1999an berdewam kir.
Di sala 1999an de, Ocalan li Îmraliyê dev ji şer berda. Başûrê Kurdistanê difikirî ku şer bi dawî bûye û ewê di aramîyê de bijîn. Lêbelê, çekdarên PKKê an li gorî stratejiyekê li Başûrê Kurdistanê kom bûn an jî hatin komkirin. Her çiqas her tişt normal xuya dikir û ji bo çekdaran dihat hêvîkirin ku çareseriyek bibe, PKKê têgeha “Herêmên Parastina Medyayê” çêkir û di rastiyê de, xwe li cihên herî stratejîk, bi taybetî Behdînan ku stûna pişta Başûr e, bi cîh kir. Bi awayekî, ev dever hatin dagirkirin. Hatinûçûna gunda li ser xelkê hat astengkirin. Hebûna îdarî, siyasî û leşkerî ya Herêma Kurdistanê li van deveran hat sekinandin. Qadên bandora Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kêmkirin. Raya Kurd hîn jî difikirî ku “her çibe, PKKe Kurd e û ev dever di destê Kurdan de mane.” Lê paşê, ji sala 2019an pê ve, PKKê ev dever hêdî hêdî radestî dewleta Tirkiyê kirin.
Niha, 370 km li ser sînor ji hêla dewleta Tirk ve tê kontrolkirin. Bi baweriya ku PKKê xwe hilweşandiye û pevçûn bi dawî bûye, wê xelkê Başûr vegere ser gundên xwe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hin deveran projeyên xizmetguzariyê pêk tîne. Ji salên 2000an vir ve cara yekeme ku xelkê devera Rêkan û Nêrwe planên avakirina gûndên xwe çêdikin. Lêbelê, li gorî daneyên fermî yên Qaymeqamê Navçeya Amêdiyê, 160 gund wêran û kavil bûne. Û xuya dike ku heta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê desthilatekê li van deveran ava neke, ev serdan dê weke geşt û seyrana bin.
Ji ber vê yekê, gelo dewleta Tirk û PKKe dê ji axa Herêma Kurdistanê ya ku dagir kirine derkevin?
Hem Leşekerê Tirk û hem jî PKKe hebûna xwe li herêmê kûrtir dikin
Ji dema ku pevçûn di 27 ê Sibata 2025 an de bi dawî bûye û PKKê di 7 ê Gulanê de xwe hilweşandîye, ne dewleta Tirk û ne jî PKKe ji axa ku li Herêma Kurdistanê dagir kirine venekişiyane. Berevajî vê, dewleta Tirk baregehên bo mayînde qahîm dike. PKKe jî tunelên nû çêdike û bi binkeyên kontrolê dixwaze li ser deverê serweriya xwe ava bike.
Çavkaniyên PKKê jî piştrast dikin ku PKKe li rêbazan digere da ku bi taybetî li herêma Gare hebûna xwe daîm bike, dê li ber xwe bide ku vê herêmê bernede.
Ew rastiya ku dewleta Tirk ma dixwaze PKKe bi tevahî ji van deveran vekişe jî cihê nîqaşê ye. Divê ev rastî were qebûlkirin: Hebûna PKKê li Başûr ne tesaduf e û ne jî pêwîstiyek e; ew ji ber plana stratejîk a dewleta Tirk li wir e.
PKKe hatiye hilweşandin, ma plana dagirkirina Hewlêrê jî hatiye hilweşandin?
Ji bo ku her du alî ji Başûrê Kurdistanê vekişin, divê peyman û plana ku di sala 1999 an de di navbera Ocalan û dewleta Tirk de hatiye çêkirin, ku wekî ‘plana Hewlêrê’ tê zanîn û armanca wê avakirina desthilatdariya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bû, were hilweşandin. Yanî, rêya sereke ya vegera van kesan bo ser axa xwe ne hilweşandina PKKê tenê ve girêda ye, divê Plana Hewlêrê ya di navbera PKKê û dewleta Tirk de were hilweşandin.
Plana hevbeş a PKKe û dewleta Tirk ji bo dagirkirina Hewlêrê ne efsaneye û ne jî tenê axiftin e. Ew rast û rasteqîn e. Axaftinên Evdila Ocalan bi efserê Tirk Hesan Atilla Ugûr re li Îmraliyê bi vîdyoyê hatine belgekirin. Ocalan ji dewleta Tirk dixwaze û dibêje, “Piştgiriya veşartî bidin me, û em bi hev re Hewlêrê bigirin.” Û piştî sala 1999 an, ev peyman gav bi gav dihate cîbicîkirin. Heta niha, ti nîşanên betalkirina vê planê nînin.
Ocalan hîn jî li ser dijminahîya Barzanî xwe difiroşe sûka sîyasetê û plana Hewlêrê jî tê sererastkirin
Bi rastî, manîfestoya ku Evdila Ocalan pêşkêşî Kongreya Hilweşîna PKKê kirî û notên hevdîtinê ya 30 ê Gulanê bandorek xerab li me dike. Gotinên Ocalan ên li dijî PDK û tevgera azadîxwaz a sedsala ya rêbaza Barzanî cihê daxê ye. Ew axftinên Ocalan ne rexne ne, dijminatî yeke rasterast e. Divê daxuyaniyên wî yên wekî “Ez ê çek bigirim û li dijî Barzaniyê şer bikim” dîyardeya asta dijminkarîya Ocalane bo Rêbaza Barzanî. Dive baş were fehmkirin…
Di notên hevdîtina xwe ya dawî de, Ocalan diyar kir, “Em ê ji herêmên Parastina Medyayê venekişin.” Wî heta bi gotina “Ger em vekişin, Barzanî dê gundên ku em jê vekişiyane wêran bike” niyeta xwe eşkere kir. Wî her wiha got, “Em ê qet ji wan deveran dernekevin.”
Ev gefên Ocalan tê çi wateyê? Ew tê wateya ku Ocalan gazî dijminên Kurd dike û dibêje “Hûn dikarin min bikar bînin da ku tevgera siyasî ya Barzanî têkbibim, hûn dikarin min li dijî desthilata Herêma Kurdistanê bikar bînin.”
Û nêrînek ji nêz ve li pêkhateyên heyî yên PKKê eşkere dike ku PKKê stratejiyek vekişîna ji Başûr tune. Berevajî vê, ew amadekariyê dike ku bi awayên cûrbecûr xwe li çiya û bajarên Başûr mayînde cih bike.
Bi rastî, em dikarin bibêjin ku PKKe niha plana xwe ya berê ya Hewlêrê ji nû ve dinirxîne û ji nû ve dixwaze bicîh bîne.
Di daxuyaniyek dawî de ji bo Televîzyona RUDAWê, Roj Girasun, Rêvebirê Navenda Lêkolînê ya Rawest, şîrove kir ku “helwesta Ocalan a li hember Herêma Kurdistanê guheriye.” Ev nirxandin di rastiyê de ti bingehek wê tune. Berî her tiştî, ne Ocalan û ne jî PKKê qet spasiya Herêma Kurdistanê ji bo helwest û piştgiriya wê ya dawî nekirine, û ne jî tu daxuyaniyek erênî daye. Ji bilî guhertina helwesta xwe, Ocalan ragihandiye, “Ez ê dev ji şerê li dijî dewleta Tirk berdim û li dijî Barzaniyan şer bikim.” Ma em ê daxuyaniya Ocalan paşguh bikin? Bê guman na.
Em dikarin bi rihetî bibêjin ku şerê di navbera PKKê û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de bi dawî bûye, lê şerê li dijî PDK ê neqediyaye.
Rewşa berbiçav a li qadê nîşanî me dide ku hêzên PKKê, ku nuke di êrişên li ser wan sekinîne bi rehetî nefes digirin, binkeyên xwe li Başûrê Kurdistanê xurt dikin û, dema ku ber bi kûrahîya Başûr ve diçin, dixwazin hebûna xwe ya çekdarî di bin maskeyên çandî û civakî de biparêzin. Ew siyasetek bi bêdengî control kirina deverê dişopînin û dixwazin zextê li rêveberiya Herêma Kurdistanê bikin, û ji desthilatdaran tawîzan bistînin.
PKKe siyasetek taqiyê dimeşîne
Taqiye têgeheke sereke ye di siyaseta PKKê de. Taqiye ew e ku Misilmanek, Îslamê înkar dike û xwe wekî ne-Misilman nîşan dide da ku ji rewşek dijwar xwe rizgar bike. Ev di Sûreya Nehl de tê gotin û dihêle ku Misilman wiya bikin. Têgeha taqiyê êdî ji ol û Îslamê der ketiye, û ji bo veşartina armanca xwe û tevlîbûna planên din ên nepenî tê bikar anîn. PKKe niha li dijî Kurdan, bi taybetî Herêma Kurdistanê, di taqiyê dike. Yanî, armanc cûda û gotin cûda ye.
Ji ber ku Ocalan û PKKe niha di qonaxek krîtîk de ne, ew hewceyê piştgiriya Barzaniyan in – wekî her car – û ji ber vê yekê taqîye dike. Ocalan bi eşkereyî daxwaza xwe ya hevdîtina bi Serok Barzanî re radigihîne, di heman demê de ji rayedarên dewletê re dibêje, “Ez ê rê li ber avakirina dewletek Kurdî bigirim; ez ê li dijî wan şer bikim.” Heman Ocalan di vê navberê de, dibêje bila Nêçîrvan Barzanî ji bo pêvajoya xetibî xwedî mîsyon be. Ew her weha parsek dixwaze û dibêje, “Divê ew di hikûmetê herêmê de cihek bidin me.” Aha ev yek taqîye ye. Ew hewldana têkbirin û heta hilweşandina destkeftiyên Başûr e di bin navê yekîtî û hevgirtina neteweyî de.
Divê ev siyaseta taqîyê were hilweşandin. Ger taqîya PKKê hilweşe, ya dewleta Tirkiyeyê jî wê hilweşe.
Gelê Kurdistan taybet ji gelê Hereme Kurdistan ana benda ve tişte ye ku PKKe çar xalan da gavan bavejê. Ev çar xal ji evin:
1- Divê Ocalan bi zelalî bibêje min dawî bi plana Hewlêrê anî.
2- Divê PKKe ragehîne ku qadên xwe yên leşkerî bi navê Herêmên Parastinê hilwaşandin.
3- Divê PKKe hemû çeperên nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi taybetî Herêma Gare, radestî hêzên Pêşmerge bike. Divê Pêşmerge li van deveran aramiya giştî biparêze.
4- Divê çekdarên bakurî ên PKKê razî bibin ku heta ku di navbera PKKe û dewleta Tirkiyeyê de lihevkirinek çêbibe, di bin kontrola Pêşmerge de sengerên pasif bimînin.
Ger PKKe van çar xalan bicîh bîne, wê hingê em ê bibêjin ku me pêşbîniya der barê we de xelet kiriye û em ê bi dengekî berz bibêjîn PKKê taqîye nekirî ye. Lêbelê, heke PKKe pabendî van daxwazan ne be, wê hingê PKKe taqîye dike.