Hevdîtina Erdogan û Heyeta Îmraliyê hat bipaşxistin

DEM Partiyê berê ragihandibû Heyeta Îmraliyê dê 28ê mehê bi Erdogan re bicive lê bi daxuyaniyekê bipaşxistina civînê ya 30ê mehê hat ragihandin.
DEM Partiyê ragihand ku endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê 30ê Çiriya Pêşîn bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê de hat diyarkirin ku hevdîtin dê li Koşka Serokkomariyê pêk were.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de got:”Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê 30ê Çiriya Pêşîn, roja Pêncşemê li Koşka Serokkomariyê bi Birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.”
Berî niha hatibû ragihandin ku hevdîtin dê 28ê Çiriya Pêşîn were kirin.