Têkoşîna Mehmet Şener di salvegera 34 emîn a kuştina wî de û Teslîmbûna Evdila Ocalan

MEHMED--ŞENER

Mehmet Şener di 1 ê Mijdara 1991 an de li bajarê Qamîşlo yê Rojava ji aliyê tîmek girêdayî PKKê û mixabirata Sûriyê ve hate kuştin. Encamên siyasî û leşkerî yên kuştina Şener û bandora wê li ser dîroka dawî ya Kurdistanê, heta piştî 34 salan jî, hîn jî baş nehatîye famkirin.

Kuştina Şener ji aliyê PKKê ve wekî “tesfiyekirina xayînekî û rizgarkirina şoreşê” hate nîşandan. Di salên 1990 î de, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, nêçîra Şenercî ya hate destpêkirin. Navê Şener bû hevwateya tasfiyekarî û sîxuriyê.

Derdorên li derveyî PKKê kuştina Şener bêtir wekî “kuştina bêrehim ya reqîbên wî” şîrove kirin û li ser vê argumanê rexne li PKKê kirin. Lêbelê, kuştina Mehmet Şener bûyerek bû ku rêça dîroka dawî ya 35 salan a Bakurê Kurdistanê guherand û çarenûsa wê dîyar dikir. Ger Mehmet Şener bikarîba di Kongreya 4 emîn a PKKê de Evdila Ocalan asteng bikira û eqlîyeta di nav PKKê de biguheranda, çarenûsa Bakurê Kurdistanê dê pir cûda bûya. Rexneyên Mehmet Şener ên li ser Ocalan ne tenê reqabeteke serokatiyê bi Ocalan re bû. Şener rexne li tevahiya pergalên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û kadro yên PKKê digirt û guhertineke demokratîk a radîkal pêşbînî dikir.

Eger helmeta Şener a ji bo Kurdistanê li dijî Evdila Ocalan serkeftî bûya, Evdila Ocalan îro, piştî 41 salan şer, 50,000 qurbanî û wêrankirina Kurdistanê, ewqas bêşerm nedikarî ku bigota, “Bandora xeta nijadpersetî-netew-Dewletek cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî – encamên neçar ên – ne bû bersivên ji bo sosyolojiya civaka dîrokî.”

Mehmet Şener di salên 1970 an de wekî yek ji ciwanên herî navdar ên Kurdistanê derket pêş. Ew ajîtatorek jêhatî, rêxistinvan û mirovekî karîzmatîk bû. Ew berxwedanvanekî leheng yê zîndana Dîyarbekirê ya 1980 bû. Nav û dengê wî hîn bêtir mezin bû. Ew di sala 1989 an de serbest hate berdan û ew hat Akademiya Mehsum Korkmaz. Dema ku ew hate berdan, PKKê li her derê bi astengiyeke mezin re rû bi rû bû. Li gelek deveran, bi taybetî li Botanê, gel û gerîla li hev ketin; sivîl ji aliyê PKKê ve dihatin kuştin, û xelkê Deverên şer di bûn cehş. Şerê gerîla xetimî bû. Rejîma Sedam di nav guherîneke mezin de bû û dengê Şerê Kendavê dihat bihîstin. Ji bo Kurdan şert û mercên girîng hebûn. yanî, Şener ne tenê PKKe, di xaleke girîng a werçerxana Kurdan de ew hate nava qada sîyasetê de. Çavdêriyên wî yên wê demê, rexneyên wî yên li ser PKKê û bernameya wî ya siyasî dikarîbûn ji bo Kurdan bibin sedema destkeftinekî mezin.

Mehmet Şener şert û mercên siyasî baş fêm dixwend û fêm dikir. Şener diyar kir ku “Sosyalîzma reel niha hilweşiyaye û divê Kurd têkoşînek cûda bidin.” Şener bi eşkereyî diyar kir ku xeta gerîla, şer û pevçûnê ya klasîk a PKKê mehkûmî têkçûnê ye. Li gorî Şener, şer dê ti destkeftiyekê nede; berevajî vê, Kurd dê windahiyên mezin bijîn. Ji ber vê yekê, Şener têkoşînek siyasî pêwîst dît, têkoşînek ku çalakiya leşkerî di nav partiyê de jî di nav xwe de bigire lê di heman demê de rêxistinek piralî ya gel jî di nav xwe de bigire. Evdila Ocalan diyar kir ku Şener “li dijî têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê ye” û ji ber vê yekê pêdivî ye ku were tasfiyekirin. Û, balkêş e, 34 sal piştî kuştina Şener, Ocalan tiştê ku Şener li ser têkoşîna gerîla gotibû ew nuke dubare dike. Ango, Apo nû dibêje “Şerê gerîla bi ser neket; têkoşînek siyasî pêwîst e.” Yanî, ger xeta Şener bi ser ketiba, 50,000 kes nedimirin.

Piştî wêraniya mezin a ku ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê çêbû, çar nifşan ango 50,000 kesan jiyana xwe ji dest dan (em jimara Mirad Qarayilan vedibêjin; di rastiyê de, hejmar pir zêdetir e), Ocalan nuke radigehîne û dibêje ku xeta wan xelet e. Dema ku em dibêjin Mehmet Şener dikaribû dîrokê biguherîne, mebesta me ev e.

Bi rastî, di salvegera 34 an a şehadeta wî de, rastiya xeta Mehmet Şener pirr eşkere ye.

Divê xalek din jî were destnîşankirin: Şener digot Ocalan pirsgirêka Kurd qurbanî kolonyalîst û dezgehên îstîxbaratê dike. Bo nimûne, di sala 1991 an de, dema ku gelê Başûrê Kurdistanê ji rejîma Sedam direviya, wî bi awayekî xweş helwesta PKKê eşkere kir û got: “Dema ku girseya Başûrê Kurdistanê rabû ser piyan û bajar yek bi yek girtin û rejîma Sadam hilweşandin, têkiliyên eşkere bi dezgehên îstîxbaratê yên Iraqê re di bin navê ’em bi rejîma Sedam re têkiliyên taktîkî dimeşînin’ de dihatin parastin. Di kêliya ku serhildan dest pê kirin de, li Kurdistana Başûr nêzîkî 2,000 gerîlayên çekdar hebûn, û li herêmê hêzek din a çekdarî derveyî me tune bû. Tevî vê yekê, bi talîmatên ku ‘ev serhildan dê werin tepisandin, em têkiliyên xwe bi rejîmê re xera nekin, em mudaxeleyî rewşê nekin’, girseya Başûrê Kurdistanê bê rêber û bê parastin man.” Şener paşê derbarê vê helwesta Ocalan de got “Çawa Apo di destpêka ’91 an de derfetên rizgariyê li Başûr têk bir û ew çawa firotin, ev mijarek e ku ji hêla hemî gelê me ve tê meraq kirin, û her weha ji hêla şoreşger, welatparêz, hemî kadroyên partiyê û şervanan ve hê  nehatîye fam kirin, û ji ber vê yekê ev mijar bûye cihê nerazîbûnê”

Şener di operasyoneke hevbeş a PKKê û Ajansa Îstîxbarata Sûriyeyê (Muxabarat) de hat kuştin

Û balkêş e ku Şener û tevgera wî ji xwe ji hevpeyvînên Ocalan bi rojnamevanan re haydar bûn. Wan dît ku Ocalan di hevpeyvînên xwe de hemî endamên PKKê derdixe ji derve û dibêje, “Mehmet Elî Birand di çenteyê xwe de çi anî ji Ocalan re û çi ji Ocalan girt?” Yanî, ew ji têkiliyên nezelal ên Ocalan bi dewleta Tirk, dewleta Sûriyê re pir aciz bû. Wî dixwest ku Ocalan ê ji pozîsyona dij-şoreşê derxînin.

Lê ew yek pêknehat. Ji ber ku kesî nedixwest kesek din şûna Ocalan bigire. Dewleta Tirkî nexwest ji ber ku wan mîsyonek daye Ocalan. Sûriyeyê nexwest ji ber ku wan mîsyonek daye Ocalan. Ji ber vê yekê Şener di operasyoneke hevbeş a PKKê û Ajansa Îstîxbarata Sûriyeyê (Muxabarat) de hat kuştin. Yanî, Ocalan bi tena serê xwe nebû serok; kolonyalîst-dagirkeran dixwestin ku ew bibe yekane rêber û serokê PKKê.

Serokatiya niha ya Ocalan bi rijandina xwîna kurên Kurd ên navdar ên mîna Şener hat bidestxistin

Di Kongreya 4 emîn a PKKê de, Mehmet Şener daxwaza lêpirsînekê li ser tevahiya qada Rojhilata Navîn kir. Bi rastî, hemû kesên ku di kongreyê de amade bûn, tevî Cemîl Bayik (tenê kesê ku beşdar nebû birayê Ocalan, Osman Ocalan bû), bi vê pêşniyarê razî bûn. Ev tê wê wateyê ku Ocalan dê bê lêpirsînkirin. Lê mixabin, îradeya Şener û hevalên wî nekarî desthilatdariya hevbeş a Ocalan û kolonyalîstan bişkîne. Dijminê ku ew pê re rû bi rû bûn pir mezin bû, û dostên wan tunebûn. Şener di operasyoneke hevbeş a Ocalan û kolonyalîstan de hat kuştin. Û eger dîrok bi vî rengî neguheriya û Kongre di lêpirsîna Ocalan de bi ser biketa, Kurdên li Kurdistanê dê di warê yekîtiya neteweyî, siyaseta demokratîk û hwd. de di rewşek pir çêtir de bûna.

Ocalan: Min Şener kuşt

Serokatiya niha ya Ocalan bi rijandina xwîna kurên Kurd ên navdar ên mîna Şener hat bidestxistin. Bi rastî, wî bi xwe li Îmraliyê ji Hesan Atilla Uğur re got, “Min ji îstîxbarata Sûriyeyê re got, ew dixwazin min bigirin. Hûn nikarin min kontrol bikin. Min Şener kuşt.” Wekî din, heke ew niha dikare bi vî rengî bêşermî teslîmbûna xwe îlan bike, ew ji ber ku vî miletî welatparêzên rastîn ên mîna Şener tune kirin.

Şener helbestvan, nivîskar, siyasetmedar û mirovekî têkoşer bû. Ew rêberekî karîzmatîk û bi bandor bû. Gelek tiştên din hewce ne ku werin nivîsandin û vegotin. Û mixabin, êşa nenaskirina Mehmet Şener dê hê jî berdewam bike.

Di salvegera 34-an a şehadeta wî de, em serê xwe li ber bîranîna wî û keda wî ditewînin.

Pustên heman beş