Ehmed Turk: Ez rêzê li Dewlet Beg digirim û Erdogan piştî Ataturk kesê herî bi bandore

Ehmed Turk-Net

Ahmet Turk diyar kir ku pêvajoya niha ne tenê danîna çekane, ew pirojeyeke mezine, wî pesnê Bahçeli û Erdogan jî da û got: Ez rêzê li Dewlet Beg digirim û Erdogan piştî Ataturk kesê herî bi bandore.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn ji rojnameya Sabahê re axivî.

Ahmet Turk diyar kir ku “Divê ev proje ne tenê wekî danîna çekan bê dîtin” û got:

“Ev projeyeke mezin e ku dê rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke.”

 

Ahmet Turk her wiha pesnê Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da.

Wî anî ziman ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurdan çareser kiribe dê tevkariyeke mezin bide demokratîkbûna Rojhilata Navîn û got:

“Divê mirov li pêvajoya çareseriyê wekî wêneyekî mezin binêre.Fikra we çi be bila be, divê mirov tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bike.”

Ahmet Turk da zanîn ku helwesta Devlet Bahçelî ya li hemberî pêvajoyê bi biryar e û got: “Ez gelek rêzê li Devlet Beg digirim. Ew kesek e ku di vê pêvajoyê de bi awayekî xurt radiweste û xwedî li pêvajoyê derdikeve.

Ahmet Turk bal kişand ser rola Serokkomarê Tirkiyeyê ya di pêvajoyê de û diyar kir:

“Ji ber ku Serokkomar piştgiriyê dide vê pêvajoyê, pêvajo bi pêş ve diçe.

Heta îro ji bilî Mustafa Kemal, kesê ku di hemû saziyên dewletê de xwedî hêzeke bi bandor bûye, birêz Erdogan e.”

Pustên heman beş