Çi rêberan bi qasî Ocalan şermezarî û rûreşî bo xwe tomar nekirine

Serok Barzanî roja pîncşemîya rabûrî 30 Cotmeha 2025ê li bajarê Dihokê bi hejmareka mezin ya dayik û malbatên şehîdên Pêşmergeyan re civiyabû.
Serok Barzanî rêz û hurmetên xwe ji malbatên şehîdan re anîn ziman û got: “Ji bilî xudê, em xwe ji tu kesî re naçemînin. Tenê ji bo dayikên şehîdan û malbatên wan, em deh caran xwe diçemînin”.
Rêberê PKKê Abdulla Ocalan jî di yêkem rûniştina dadgeha xwe de li Gulana sala 1999ê daxwaza lêborînê ji dayikên eskerên Tirk kir, eskerên ku ji hêla Gerîlayan ve hatibûne kuştin û wisa ji wan re gotibû: “Min divê beranber xêzanên birêz yên şehîdan bibêjim: Ez wê dilêşîya giran û nexweşîya hewe di dilê xwe de jî parvedike, hevpişkê xema xêzanên şehîdanim, dilgiranim “.
Ji destpêka pêvajoya çareseriyê li 27 Sibata îsal û heya roja me ya îro, Ocalan 5 bangewazî kirine û di tu yêk ji wan de daxwaza lêborînê ji dayikên şehîdên Gerîlayan nekir, lê xemgînîya xwe ya mezin bo 4 eskerên Tirk ragihand ku di şikefteka Başûrê Kurdistanê da bi xazê fetsî bûn.
Ev jî şermezariyek din e li ser dîroka pirrî rû reşî ku Abdulla Ocalan bo xwe tomar dike.