Ehmed Şer gihişt Amerîkayê

Hat ragihandin ku Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo hevdîtinên fermî gihiştiye Amerîkayê.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), Ehmed Şer piştî ku li Brezîlyayê beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya “COP30″ê bûye derbasî Amerîkayê bûye.
Tê payîn ku Ehmed Şer sibe li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê piştrast kiribû ku Donald Trump dê duşemê li Koşka Spî mazûvaniya Ehmed Şer bike.
Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtina Trump û Şer de, di serî de rakirina sizayên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê, mijarên dualî û herêmî bên gotûbêjkirin.