Komîsyona Helbijartinan: Sedî 50yê hêzên ewlehiyê heta niha beşdarî proseya helbijartinê bûne

Komîsyona Helbijartinan: Sedî 50yê hêzên ewlehiyê heta niha beşdarî proseya helbijartinê bûne

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê ragehand, rêjeya beşdarbûna li dengdana taybet de ji sedî 50yê derbas kiriye.

Berpirsê Ofîsa Herêma Kurdistanê yê Komîsyona Helbijartinên Iraqê Neberd Omer di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Îro 09.11.2025ê heta demjimêr 11:00ê ber bi nîvro rêjeya beşdarbûna di helbijartinan de di astekî pir baş de bûye û ti pirsgirêkek jî derneketiye. Herwaha hêzên ewlehiyê bi awayekî gelek baş beşdarî proseyê dibin.’’

Li sînorê parêzgeha Hewlêrê 111 hezar dengdêrên taybet hene û niha ji wê rêjeyê sedî 50 hêzên ewlehiyê beşdarî dengdanê bûne. 958 rawestekên dengdanên taybet hene, ji destpêkirina proseya dengdanê ve tenê çar rawestekan de pirsgirêkên teknîkî hebû, lê ew pirsgirêk jî hatin çareser kirin.

Li gor gotinên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinan heta demjimêr 11:00ê ti pirsgirêkek di dengdana taybet de çênebûye û hemû kar bi başî birêve diçe û prose berdewam dike.

Pustên heman beş