6 peykerên zêrîn ji Muzexaneya Şamê hatin dizîn

6 peykerên zêrîn ji Muzexaneya Şamê hatin dizîn

Muzexaneya Niştimanî ya Sûriyeyê, ku tenê mehek berê ji nû ve hatibû vekirin, rastî diziyeke mezin hat. Berhemên dizî, yên ku nirxê wan nayê texmînkirin, ji beşa herî girîng a muzexaneyê hatine birin.

Muzexaneya Niştimanî ya Sûriyeyê li paytext Şamê ragihand, şeş peykerên zêrîn ên serdema kevnar ji muzexaneyê hatine dizîn. Bûyera diziyê şeva 10ê Mijdarê pêk hatiye û tê de hinek xencerên zêrîn jî hatine birin.

Li gorî agahiyên, ajansa France-Presse (AFP) belav kirine, şûnwarên dizî li “Beşa Klasîk” a muzexaneyê bûn, ku weke yek ji kevintirîn û girîngtirîn saziyên çandî yên Rojhilata Navîn tê naskirin. Ev beş berhemên kêmpeyda yên serdemên Hêlenîstî, Romanî û Bîzansî dihewîne.

Çavkaniyeke ewlehiyê aşkere kir ku piştî bûyerê, hejmarek karmend û pasevanên muzexaneyê ji bo lêpirsînê hatine desteserkirin, lê piştre dîsa hatine berdan.

Herwiha, berpirsekî ji rêveberiya muzexaneyan a Sûriyeyê ji AFP re gotiye, di dema diziyê de, hêzên ewlehiyê rê nedane ku karmend bikevin hundirê holên muzexaneyê.

Piştî bûyerê, muzexane ji ber “sedemên ewlehiyê” ji bo demkî hatiye girtin û tê payîn ku hefteya bê ji nû ve were vekirin. Heta niha ji aliyê desthilatdarên Sûriyeyê ve ti daxuyaniyeke fermî derbarê bûyerê de nehatiye dayîn.

Ev dizî di demekê de pêk tê ku Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan a Sûriyeyê di 8ê Çileya 2025an de, piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, muzexane ji nû ve vekiribû. Wê demê rêveberiyê piştrast kiribû ku “ti ziyanek negihîştiye muzexaneyê û hemû berhem parastî ne.”

Pustên heman beş