Komîsyona Helbijartinan: Îro encamên destpêkê dê bên ragehandin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, ew ê îro êvarê encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoyê aşkere bike.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amadekariyan dike ku îro danê êvarê encamên destpêkê yên dengdana giştî û taybet a xula şeşemîn a parlamentoyê ragihîne.
Berdevka Komîsyonê Cumane Xelay ragihand, îro12ê Mijdara 2025an, saet 18:00, ew ê rêjeya beşdariyê û encamên destpêkê yên hilbijartinê aşkere bikin.
Xalay herwiha diyar kir, dibe ku di dema ragihandinê de hinek guhertin çêbibin, ji ber ku komîsyon hîn jî bi piştrastkirina daneyan ve mijûl e.
Rêjeya Beşdariyê û Encama Partiyên Kurdistanê
Proseya dengdana giştî duh 11ê Mijdarê û dengdana taybet jî roja 9ê Mijdarê, li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê birêve çû. Li gorî amarên komîsyonê, rêjeya beşdariyê di dengdana taybet de gihiştiye 82.42%, lê di dengdana giştî de nêzîkî 54.5% bûye.
Li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê, li gorî encamên nefermî yên destpêkê:
– Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi wergirtina zêdetirî 1 milyon û 80 hezar dengan di rêza yekem de cih digire.
– Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi nêzîkî 535 hezar dengan di rêza duyemîn de ye.
– Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî bi nêzîkî 165 hezar dengan di rêza sêyemîn de ye.
Tevahiya partî û aliyên siyasî li benda ragihandina fermî ya encamên ji aliyê Komîsyonê ve ne.