Îro şandeya Komîsyonê ji bo serdana Ocalan bike diçe Îmraliyê

Îro şandeya Komîsyonê ji bo serdana Ocalan bike diçe Îmraliyê

 Şanda komîsyonê, ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de li Parlamentoyê hatiye damezrandin, dê di nav yek du demjimêrên pêş de ji bo serdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan biçe Îmraliyê.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, bi piraniya sê-pênc endamên xwe, biryar da ku serdana Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bike. Piştî vê biryarê, CHP û Koma Rêya Nû ragihandin ku ew ê endaman ji bo şanda Îmraliyê destnîşan nekin.

Duh ji bo çûyîna şandeyê serlêdanek ji Wezareta Dadê re hate pêşkêş kirin.

Li gorî nûçeya Rojnameya Tirkiyê heyeta ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û Cîgira Serokê Koma DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît pêk tê wê di nava saetek an du saetan de ji bo hevdîtina bi Ocalan re biçin Îmraliyê.

Pustên heman beş