Ji bo Komîsyonê çûna Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re tê çi wateyê?

Di 25 ê Mijdarê de, Komîsyona Hevgirtina neteweyî, biratî û Demokrasiyê çû Îmraliyê û bi Evdila Ocalan re hevdîtin kir. Nêzîkî sê mehan, nîqaş li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê liser vê mijarê bû: “Gelo divê Komîsyon biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bike an na?”
Mijarên sereke yên nîqaşê ev bûn: “Divê Komîsyon biçe Îmraliyê an na? Ocalan çi got? Ocalan ji bo kîjan sazîyan peyam şand? Wî li ser YPG çi got?”
Ev tişta jê re pêvajo tê gotin ev saleke berdewam dike. Tevî vê yekê, mijarên wekî cihê Kurdan di Destûra Bingehîn de çî ye, zimanê Kurdî, mafên Kurdan li ser dewlemendiya navxwe û şêweyê îdarî ne di rojeva civaka Bakurê Kurdistanê de ne, ne jî di rojeva Ocalan, PKK’eya hilweşiyayî, Partiya Gel a Demokratîk (DEM), AKP, MHP, an jî ti rêxistineke din a siyasî de nîne. yanî, kes napirse ka dê halê 40 milyon Kurdan çi be.
Gelo serdana Komîsyonê ya Îmraliyê bi rastî jî Ocalan dike muxatap? Divê ev meseleya komîsyonê çawa were şîrovekirin?
Derdorên Ocalan, ango PKK’eya hilweşîyayî û Partiya Demokratîk a Gel (DEM), serdana Komîsyonê ya Îmraliyê wekî serkeftinekê dibînin û wê wekî “Dewletê Ocalan wekî muxatap qebûl kiriye, û wan serkeftinek bi dest xistiye” pêşkêşî raya giştî dikin.
Rewş ji bo dewleta Tirkiyeyê jî dişibihe hev. Dewlet jî bawer dike ku wê serkeftinek bi dest xistiye. Belê, hin derdorên Kemalîst-Ergenekonî li dijî Serdana Komîsyonê ya Îmraliyê bûn ji ber ku wan ew wekî serkeftinek ji bo Erdogan didîtin. Di rastiyê de, Baxçelî û Erdogan, xwediyên sereke yên “pêvajoyê” ne û ji vê serdanê kêfxweş in.
Erdogan, her çend wekî Baxçelî ne derketine pêşberî raya giştî jî, wî jî, ji vê pêvajoyê sûd wergirt. Erdogan ev pêvajo ji bo ku zextê li CHP û Îmamoglu bike kr derfet û ew ji qada sîyasetê dûr xistin. Bi neçûna Îmraliyê, CHP ê xwe ji dengên Kurdan dûr xist. Lêbelê, Baxçelî ewqas bi hewes bû biçe Îmraliyê wî got heke komîsyon neçe “ezê sê hevalên xwe bigirim gel xwe û biçim.”
Pirsek hêsan: gelo ma hûn difikirin ku kesekî rasteqîn zilamê dewletê Baxçelî, bêyî ku bizanibe Ocalan dê çi bêje, li ser çûyîna komîsyonê israr Bike? Ne mumkin e. ji berê de hatibû dîyar kirin ku Ocalan ew ê çi bêje, û Ocalan li ser vê yekê axivî.
Her kesê ku hinekî li ser dewleta Tirkiyê û dîroka PKKê dizane, vê rastiyê dibîne.
Gelo serdana komîsyonê ya Îmraliyê Ocalan dike muxatap?
Dewlet di muxatap girtina Ocalan deti pirsgirêkek nebûye û nabe jî. Ji ber ku dewlet bi salan e hewl dide ku Ocalan bike muxatapê yekane. Têkiliya di navbera dewleta Tirkiyê û Ocalan de çi demûdewran qutnebûye.
Piştî sala 1986 an, Ocalan bi ataşeyê leşkerî yê dewleta Tirkiyê li Şamê re li heman avahiyê dijiya.
Di sala 1996 an de, dema ku baskêk di nava dewleta tirk de hewl da ku Ocalan bikuje, Serokwezîrê Tirkiyê Mesut Yilmaz peyamek ji Ocalan re şand û got, “Hewldanek kuştinê heye haja xwe hebe”
Em dikarin vê lîsteyê dirêj bikin. Çima em van tînin bîra we? Ji ber ku dewleta Tirkiyê ti çarî kêşeya muxatap girtina Ocalan nebûye. Ew mirovê ku jîyana wî diparêze bê guman dê wî muxatap jî bigire. Ev ne lawazî ye dewletê ye, ev serkeftina bernameya wê ya stratejîk e. Vê dewletê, bi salan xebat kir ku Ocalan weke yekane serokê Kurdan dest nîşan bike.
Di sala 1999 an de, Ocalan li Îmraliyê ji Fermandarê Artêşa Tirkiyeyê Hesen Atilla Ugur re got: “Ez taşeron im, min bikar bînin, ez ê li her derê pêşîya Tirkiyeyê vekim.” Bi vê yekê têr nebû, wî got, “Werin em bi hev re Hewlêrê bigirin, ez ê tirkî fêrî şivanekî Hekarî jî bikim.” Ocalan ji ber sozên xwe nehat darvekirin. Dewleta Tirkiyeyê Ocalan dana bû ser hêka. Niha dixwaze encamên wê bi dest bixe. Wan erk daye Ocalan ku li pêşiya rizgariya Rojavayê Kurdistanê bisekine û daxwaz dike ku ew vê erkê bicîh bîne. Ji bo vê yekê çi pêwîst be dê were kirin.
Serdana komîsyonê ya Îmraliyê di 24 ê Mijdarê de nîşandaneke giştî ya têkiliya “mudîrê projeyê-taşeron” a di navbera Ocalan û dewletê de ye, di bin maskeyek nû de, li gorî berjewendiyên dewleta Tirkiyeyê tevdigere.
Ev ne muxatabî ye… Ev Ocalan, bi erka şêwirmendî li dewletê re kirin e. da ku Kurdan entegreyî dewletê bike eww eke muxatap pêşkêşî Kurdan tê kirin.
Mesele Rojava ye. Di vê navberê de, Ocalan entegrasyonê li ser YPG ê li Rojava wekî yekane rê ser wan ferz dike. Li gorî têgihîştina raya giştî, Ocalan ji komîsyonê re gotiye, “Ez dixwazim li Sûriyeyê rolek bilîzim.”
Ocalan dê li Sûriyeyê çi rol bilîze? Ma di nava hemêza tirka de dikare tiştekî baş bo Kurdan bike? Na. Hemû mesele jî ev e.
Divê Kurd baweriya xwe bi vegotina ku Ocalan wekî kesekî muxatap tê hesibandin neynin. Tiştê ku mirov pê dilşad bibe ev e, demekî ku kart li Rojhilata Navîn ji nû ve belavkirin, Ocalan divê derkeve pêş û bêje, “Ez kesekî girtî me, şert û mercên min sînordar in, hûn li derve ne, berjewendiyên we girîng in, hevpeymaniyên mezin ava bikin, bi her kesî re nîqaş bikin, û hûn biryar bidin, hûn muxatabin.”
Ocalan tam berevajî vê kiriye. Wî di nava hemêza dewletê de “PKK, ku dikaribû bibe muxatap, hilweşand, Partiya DEM bêbandor kir, û niha dora Rojava ye.” Ocalan dixwaze bibe zilamê yêkane. Ji bo vê armancaxwe, ew doza Kurd bêdudilî dike qurban.
Heger Kurd ji van mijaran bêtir haydar nebin, em ê bi mijarên rojnameyan ên wekî “Ocalan ji komîsyonê re çi got çi negot, wî kî dît kî nedît…” ûhwd dê ev mijarên magazînî werin balavkirin da Kurdan mijûl bikin.Heta wê demê, li Rojhilata Navîn kî hesp girtibe ew ê ji Uskudarê derbas bike.