Wezîrê bi 10 wezîran: Ocalan ê xweş camêr !!

Abdullah-Ocalan-10-wezir-info

“Tundiya di nav civakê de dervey exlaqê ye, ev yêk min di êşîne, heya wê çaxa em merheleya civaka demokratîk derbas dikin, soz be ez meseleya tundiyê taybet ya li ser jinê çareser bikim, soz be bi qasî 10 wezaretan kar bikim”.

Ev gotinên li jor Evdilla Ocalan çend rojan berê ji şanda Dem Partiyê re gotine.

Ocalan li salên 90an li Şamê behsa lehngîya xwe ji kadroyên jin yên PKKê re dikir, wî di dewrên perwerdeyê de digo: “Ez biçûk min kotir di girtin”, wî pesnê vî karê xwe ji jinan re dikir, ango wî girtina kotreka belengaz bi lehengî û mêranî ji xwe re li ser serê jinan hesab dikir.

Belê ew îro jî hatye eynî tişt dibêje, ew dibêje: “Soz be bi qasî 10 wezîran kar bo çareserîya tundîya li ser jinê bikim”.Evdilla bi vî şêwazî weke lehnig, rizgarkerê jinê ji tundîya civakê û exlaqparêz dixwaze xwe pêşkêşî jinan bike.

Di hevdîtina bi şanda Dem Partiyê re Ocalan got: “Tundiya di nav civakê de û bi taybet ya li ser jinê dervey exlaqê ye, divê tedbîr bên wergirtin”, ango çi her weke mirov bibêje: “Ez têhnî me divê ez av vexwem”.

Gelo çîroka Ocalan û nîqaşên wî yên ser tundiya di nav civakê de çawa ket rojeva Pêvajoya Aştiyê de? Ew dixwaze çi bibêje? Gelo biçûkirina çarenûsa pirsgirêka Kurdan bi tundiya di nav civakê de lojîke?

Soz be bi qasî 10 wezareta kar bikim

Ocalan dibêje: “Heta wê çaxa ez pêvajoya aştiyê çareser dikim û merheleya civaka demokratîk derbas bikim, ezê meseleya tundiyê jî çareser bikim, soz be ez bi qasî 10 wezaretan kar bikim”.

Ocalan derbarê çareserîya ku 10 wezaret nikarîne bikin got çareserî eve: “Ez ji kesên min guhdar dikin re dibêjim ku li hemberî hevdu bi awayek exlaqî dest ji çekan berdin. Divê gotineke ku hevdu bêşînin jî nebêjin hev. Pirisgrêkan bi aqil û axaftinê çareser bikin. Ez tundîya di nav malbatê de, di navbera malbatan de, di navbera eşîran de û di navbera civak û bajar de red dikim, derveyî exlaq dibînim”.

Hem tenê maye Ocalan ji civakê re bibêje: Aqil bin, dey rûnin!.

Gelo ya Ocalan û rêxistina wî aniye serê gel exlaqe?

Tevî ku rêxistina PKKê ji destpêka xwe ve bi diruşmeyên “Kurdistana mezin, Kurdistan yan neman û berxwedan jiyane” dest bi têkoşîna li dijî dewleta Tirk kirine, lêbelê her di zû de Ocalan teslîm dibe û dibe yêk ji zilamên herî xizmetxweş ji boy dewletê.

Ocalan bi qasî ku xizmeta dewleta Tirk kiriye ew qas xizmeta gelê Kurd nekir, tam berevajî vê wî PKKe ji rîya Kurdayetiyê dûr kir û Kurdistan yan neman bi biratya gelan û civaka demokratîk guherand û îro jî bi tundîya di nav civakê de biçûktr kir.

Gelo ma xapandina 50 hezar ciwanên Kurdan ji keç û xortan bi navê eşqa Kurdistanê û bi kuştin dana wan ji boy demokratîk kirina dewleteke dagîrker karekî exlaqî ye, yan dervey exlaqê ye? .

Qey wêrankirina Bakurê Kurdistanê û derbederkirina bi milyonan Kurdan bêy armanc, ji exlaqê ye?.

Ma wexta Ocalan hatiye girtin û hêjan di balafirê da teslîm bûy û ji efserên MÎTê re gotî: “Dîya min Tirke, ez ji boy xizmetê amademe exlaqe”? .

Kurtulmoş: Ocalan xweş camêre!!

Ocalan ne carekê teslîm bûye, lê dewleta Tirk bi rîya Ocalan gelê Kurd û doza wan teslîm girtine û Ocalan ev wezîfe bi devê xwe ji dewletê re pêşniyar kir.

Piştî 42 salên şer û pevçûnan Ocalan li 27 Sibata îsalê bi qatekê şînê tarî û tîşêrtekê hinarî derket, kaxezek di dest de bû û ji PKKê re got: “Çekan deynin, xwe fesix bikin, modêla we nema”.

Armanca me Tirkiyeya bihêze, xweserî, xwerêvebirin, federalî û netewe û dewlet ne îşê Kurdan e, ew neçareserî ne, bihêzbûna Tirkiyeyê çareserî ye. Gelo ma ev yêk ji rengên exlaqê ne? .

Ji 27 Sibatê ve, Ocalan nêzî 10 hevdîtin, telekonferans û bang kirine û encam da ne, di tevan de yêk daxwazî jî ji bo gelê Kurd nekirine, belku navê Kurd û Kurdistanê jî nehat ser zimanê wî, weke ku Numan Kurtulmoş serokê mecilsa Tirkiyeyê li hefteya rabûrî piştî ku komisyonê serdana Îmraliyê kirî gotî: “Ocalan ti tiştek nexwestiye, heta wî fermîkirina zimanê Kurdî jî nexwestiye” hema hind mabû Kurtulmoş bibêje: Wellahî ev zilam xweş camêre!!

Gel çima pêvajoyê pêşwazî dike?

Bînin ber çavên xwe, serokê CHPê bibêje Kurd û em dixwazin bi birayên xwe yên Rojava re cîranetiyeka baş ava bikin, û Ocalan ji Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî re bibêje: Divê Sûrye yekgirtî be, herin Şamê û her tiştî teslîm bikin. Gelo bi ya we kî bi exlaqe û kî bê exlaqe?!

Ocalan îro hatiye dibêje: “Tundîya di nav civakê de min diêşîne”!, Qey çima wî bo şehîdketina 50 hezar ciwanên Kurdan careka bi tenî jî negot ev yêk min diêşîne? .

Destpêkirina pêvajoya ku bi pêvajoya aştiyê hatiye navkirin, di esil û cewhera xwe de pêvajoya Tirkiyeya bê terore, heger gelê Kurd pêşwazî jî li vê hengavê kiribe, tenê ji ber yêk armancê ye, ew jî bi dawî kirina wê bê exlaqiyê ye ya ku ji 40 salan ve Ocalan û rêxistina wî di rasta gel de encam didin, ji boy bi dawî kirina qetilkirina bê armanc ya ciwanên Kurdan e, ji boy ku gelê Kurd hinekî ji belaya PKKê û nefreta Ocalan rehet be.

Pustên heman beş