The Economist: Danûstandinên aştiyê yên Tirkiyê û PKK’ê rawestiyane

The Economist: Danûstandinên aştiyê yên Tirkiyê û PKK’ê rawestiyane

Li gorî The Economist, her çend pêvajoya aştiyê ya ku armanc dike dawiyê li pevçûna zêdetirî 40 salîya di navbera Enqere û PKK’ê de bîne, pêşveçûnek çêkiriye jî, lê belê ji ber hêviya aliyan ji gavên layenê beramber ev pêvajo gihîştiye rewşeke cidîya bêçare.

Li gorî analîza The Economist, her çend di mehên dawî de danûstandinên aştiyêyên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKK’ê de lez girtine jî, lê xuyaye ku pêvajo di vê qonaxê de rawestiyaye. Kovar tekez dike ku armanca dawîna pêvajoyê bidawîkirina pevçûna nêzîkî 40 salîya di navbera hêzên çekdarên Tirkiyeyê û PKK’ê deye.

Di dawiya Mijdarê de, civînek di navbera endamên komîsyona ku pêvajoyê di meclîsa mezina neteweyîya Tirkiyeyê de dişopîne û rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê de hat encamdayîn, ev pêngav wekî “pêngaveke dîrokî” hate hesibandin. Hefteyên berî vê civînê, PKK’ê ragihand ku çekdarên xwe ji Tirkiyeyê vekişandiye.

Partî nîqaş dikin kî dê gava yekem bavêje

Lêbelê, li gorî The Economist, pêvajo rawestiyaye ji ber ku her partiyek li bendêye ku ya din gava yekem bavêje. Karbidestên Tirk dibêjin piştî ku PKK’e bi tevahî çekan deyne, gavên wekî efûyê dikarin werin nirxandin. Di vê çarçoveyê de, îhtîmala efûyê ji bo endamên PKK’êyên li Herêma Kurdistanê û hin kesên ku li Tirkiyeyê bi tohmeta “Terorîzmê” girtî ne tê nîqaşkirin. Lêbelê, PKK’e îdia dike ku heta ku Abdullah Ocalan, ku ji sala 1999 vir ve girtîye, neyê berdan, gavên nû nayên avêtin.

Azadkirina Ocalan dikare berteka neteweperestên Tirk bide ber çavan

Kovar destnîşan dike ku di atmosfera siyasîya heyî de berdana Ocalan “ne realîst”e. Ew destnîşan dike ku anketên raya giştî nîşan didin ku beşek mezin ji civaka Tirkiyeyê li dijî beşdarbûna çalaka Ocalan di pêvajoyê de ne. Her wiha ew dibêje ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan naxwaze rîska bertekek neteweperest bigire.

Doza Demirtaş li ser maseyêye, lê girtîye

The Economist radigihîne ku berdana Selahattin Demirtaş dikare “jestek niyeta baş”a kêmtir bi nakokî be, lê Erdogan di derbarê vê vebijarkê de jî dudile. Tê destnîşankirin ku Demirtaş, ku ji sala 2016an vir ve girtîye, tevî biryarên dadgeha mafên mirovan a Ewropayê jî di girtîgehê de dimîne.

Cûdahiya Erdogan û Bahçelî pêvajoyê aloztir dike

Analîz destnîşan dike ku pêvajoya aştiyê nakokiyên di navbera Erdogan û serokê MHP Devlet Bahçelî de jî derxistiye holê. Bahçelî piştgirî dide pêşvebirina pêvajoyê û berdana hin siyasetmedarên kurd, di nav de Demirtaş, lê Erdogan dixwaze ji berpirsiyariyê dûr bikeve ger pêvajo têk biçe jî. Li gorî kovarê, Bahçelî dixwaze aştiyê wekî mîrateya xweya siyasî bibîne, lê ji bo Erdogan, pêvajo bêtir amûrek pragmatîke.

Pîvana Sûriyeyê fikaran zêde dike

The Economist dinivîse ku Enqerê hêvî dikir ku bêçekkirina PKK’ê bandorê li hêzên kurdên li Sûriyeyê jî bike, lê ev hêvî hîn nehatiye bicîhanîn. Ew destnîşan dike ku hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku Tirkiye wan wekî girêdayî PKK’ê dibîne, tevî peymana xweya entegrasyonê bi hikûmeta Şamê re, bi baldarî tevdigerin, ku ev yek nerehetiya li Enqerê zêde dike.

“Em ketin qonaxa herî xeter”

Her çiqas ku tê gotin ev hemî hevsengiyên tevlihev birêvebirina danûstandinên di navbera hikûmet û PKK’ê de dijwar dike, û Numan Kurtulmuşê serokê parlementoya Tirkiyeyê li ser partiya desthilatdar jî dibêje “em ketin qonaxa herî xeter.” lêbelê, siyasetmedarên kurd dibêjin ku pêvajo bi tevahî têk neçûye. Gotar her wiha gotinên Tuncer Bakirhan, hevserokê partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem) vedibêje ku “tevî kêmukasiyan jî, pêvajo hêjan berdewam dike.”

Kovar analîza xwe bi tekez kirina ku pêşeroja pêvajoyê ji bo nêzîkî 15 mîlyon kurdên li Tirkiyeyê û mîlyonan kurdên li Sûriyeyê ne diyare, bi dawî dike.

Pustên heman beş