Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger, şervanekî HSDê ji Kobanîyê revand û bi awayekî hov îşkence da.
Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, çeteyên PKKê Ciwanên Şoreşger di tewana xwe ya herî dawî de, şervanekî HSDê yê bi navê Kadar Mihemed Hemo ku ji şîniyên Kobanîyê ye, revandin û bi awayekî hovane îşkence da ye.
Destnîşan kirin, çeteyên Ciwanên Şoreşger şervanê HSDê yê bi navê Kadar li roja 5î meha rabûrî ji navenda bajarê Kobanîyê revandiye, ber bi cîhekê nediyar ve bir û îşkenceyeke hov lê kirî ye.
Çavkaniyên me her wiha aşkere kirin, çeteyên PKKê Kadar birbû cîhekê dervey bajêr û li wir piştî ku îşkence lê hatiye kirin, çeteyan ew tazî kiriye û wisa serbest berdaye.
Li gorî agahiyên destê me, tevî îşkenceyê, Ciwanên Şoreşger sivkatî û heqaret jî li Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê kirine.
Piştî ku hatiye berdan, şervanê HSDê di vîdyoyekê de derket û ew bi xwe behsa vê tewana Ciwanên Şoreşger û îşkenceya ku li wî hatiye kirin dike.