Heleb yek ji bajarên herî kevin ên cîhanê ye ku bi berdewamî avedan bûye. Hebûna Kurdan li vir bi qasî dîroka bajêr kevin e. Di ser demên kevnar de, Heleb di bin kontrola şaristanîya Hîtîtî û Mîtanîyan de bû. Wekî din, bajarê Helebê paytexta du dewletên Kurdan bû: ya Eyûbî û Mehdûhîyan.
Û niha, Kurd bi giranî li du taxan li bajarê ku berê paytexta wan bûn dijîn ewjî taxên, Şêx Meqsûd û Eşrefiye ne.
Û niha li ser Kurdan tê sepandin ku van her du taxan biterikînin.
Li gorî projeya dewleta Tirkiyê, peymanek hate çêkirin ku rêveberiya Rojava, QSD û tevgera rêxistinkirî ya Kurd ji rojavayê Firatê were derxistin. di civîna Parîsê de destûr hate dayîn ku ev peyman ji hêla Ehmed Şera ve were bicîhanîn. Îsraîlê girên ku dixwest li Quneytrayê bigire girtin û li ser rewşa Kurdan bêdeng ma. Bê guman derxistina Kurdan ji vê hevkêşeya sîyasî nîşanek xirab e. Lê ne dawiya her tiştî ye. Ya girîng ew e ku mirov bikaribe li Reqa, Dêra Zorê û Hesekê xwe bigire. Lê divê mirov li vê pêvajoyê binêre ka kî dikaribû ji bo Rojava çi bike.
Ev her du tax, ku bi tevahî nifûsa wan ji 400 hezarî zêdetir e, ji 7ê Çile ve di bin êrîşa Artêşa Erebî ya Sûriyê de ye. Û nîvê nifûsê ev taxene terikandiye. Lê rêjekî mezin sivîl li malên xwe mane û berxwe didin. Ciwanên Kurd ji bo parastina van taxan berxwedanek mezin nîşan dan.
Ji Hewlêrê heta Cizîra Botan, ji Bochumê heta Stockholmê, Kurd li her deverê ku lê ne, bi reng û gotinên Kurdî ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rabûn ser piyan.
Serok Barzanî, bi karanîna têkiliyên xwe yên navneteweyî û giraniya xwe ya siyasî, ji bo Helebê tedbîr girt da ku rê li ber komkujîyê bigire, karesatê asteng bike û ji bo hêzên Kurd dem qezenc bike. Wî bang li Tirkiye, hikûmeta demkî ya Sûriyê, Emerîka û hemî aliyên xuya û nedîtî kir ku di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava de diyalogê saz bikin. Serok hewl da ku bingehek ji bo diyalogê di navbera aliyan de biafirîne.
Lêbelê, rêveberiya KCK daxuyaniyek nîv-rûpelî ya seranser weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Me bang li dewleta Tirkiyê kir ku piştgirî û hembêzkirina Kurdên li Sûriyê bike. Ji ber ku ev Kurd xizmên Kurdên li Tirkiyê ne. Çawa ku Tirkiye piştgiriyê dide Tirkmenan, divê piştgiriyê bide Kurdan jî.” Bikaranîna peyva “Kurdên li Tirkiyê” ji hêla KCK ve li şûna “Bakurê Kurdistanê” bûyerek pir balkêş e. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirkiyê bi Kurdên li Tirkiyê re aştî kiriye, û ji ber vê yekê hewce ye ku bi yên li Sûriyê re jî aştî bike. Daxuyaniya KCK ê nîşan dide ku Rojava ne di rojeva PKKê da ye. An jî dibe ku fermanek ji Îmraliyê bû PKK ê hatibe ku ew li dijî vê êrişa dewleta Sûrî ya li ser Kurdên Helebê dernekevin.
Serokê YNK ê Bafel Talabanî, ji bo ku îmajê xwe yê nebaş ji holê rake û balkêştir xuya bike, daxuyaniyek da ku raya giştî kêfxweş bike û got, “Em dikarin hêzan bişînin.” Bê guman, ew baş dizane ku mecalê vê pêşnîyarê nîne. YNK ê rewş veguherandiye showa medyayî.
Gava em ji cephê Kurdan lêdinêrin, em dibînin ku hem taxên Kurdan ên li Helebê û hem jî bi giştî meseleya Rojava li ser milê Serok Barzanî û rêveberiya HSD ê ye.
Bê guman, tiştê girîng ew e ku rêveberiya Rojava xwe ji şaşiyên ku di 13 salên borî de kirine, dûr bike. Kadroyên PKK’ê yên li Rojava divê li dijî bernameya Ocalan a rêvebirina Rojava ji Îmralî û Tirkiyê derkevin. Her çend ew Ocalan red nekin jî, divê ew bi kêmanî wî wekî rêberek manewî û sembolîk qebûl bikin û li ser pêşeroja xwe ew bi xwe biryarder bin. Divê ew polîtîkayên xwe li gorî berjewendiyên Rojava diyar bikin, ne li gorî berjewendiyên PKK ê bi welatên herêmî re. yanî, Rojava ne hewceyî peyvên îdeolojîk, îdeolojiyên macêraperest, an jî hinardekirina raman û azadiyê bo tevahiya Rojhilata Navîn e. Divê ew li ser Rojava û Kurdistanê gotara xwe ava bikin.