Li ser Encamên Leşkerî û Siyasî yên Pevçûnên Eşrefiye û Şêx Meqsûd…

koma-gorga-Net

Pevçûnên ku di 7 ê Çileyê de li Helebê li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd dest pê kirin, bi daxuyaniyekê di saetên serê sibeha roja 11 mehê de bi dawî bûn. Di çar rojên şer de, Kurdên li her du taxan koçber bûn û rastî êrişên hovane hatin. Kur û keçên gelê Kurd li van taxan berxwedanek mezin nîşan dan û şehîd ketin. Ez bi rêzdarî li ber van şehîdan û qehremaniya gel bejnaxwe di tewînim.

Kurdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berxwedanek mezin nîşan dan. piştgiriya berxwedana gel şertek ji bo Kurdbûnê ye, hem jî ji bo mirovbûnê ye. Vîdeoyên dil bi êş yên di medyayê de, muameleya nemirovane ya çeteyên Sûryê, em hemû pir şok kirin û atmosferek pir hestiyar afirand. Lêbelê, qehremaniya ciwanan û ya gel nikare şaşiyên stratejîk ên rêveberiya leşkerî û siyasî bi nuxmîne.

Li Helebê şaşiyên stratejîk ên mezin hene, hem ji hêla leşkerî ve û hem jî ji hêla siyasî ve

Rêveberiya Rojava ji sala 2014 an vir ve bi Emerîka re têkiliyeke dostane heye û pir baş dizane ku Emerîka têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji bo Rojava feda nake. Me ev yek li Efrîn û Serê Kaniyê bi zelalî dît. Û her wiha li Til Rifatê û di dema vekişîna ji Minbicê de jî hate dîtin.

Vekişîna Rêveberîya Xweser a Rojava û hêzên HSD-YPGê ji Helebê projeyek ji aliyê Emerîka ve hatibû piştgirîkirin. Yanî HSDê pir baş dizanî ku ew ê di şerê Helebê de ji Hevpemanîya Rojava piştgirîyê nestîne. Ji ber vê yekê, HSDe dê li Helebê bi tena serê xwe şer bike. Û di dawiyê de, ew ê werin derxistin. Ji ber vê yekê çima tevî vê rastîyê ew ketin nav şer de?

Biryara ku li berxwe bidin ji PKKê hat

Li gorî agahiyên ku me hene, di serdana Mazlûm Ebdî ya Şamê de di 4 ê Çileyê de jê re hat gotin, “Yan derkevin, yan em ê êrîş bikin.” Mazlûm Ebdî dixwest Rêveberîya Rojava bicivîne da ku biryarek hevbeş bigirin. Di civînê de, komek ku Îlham Ehmed jî di nav de bû got, “Werin em ji Helebê vekişîn, em ji pevçûnê dûr bisekinin.”

Serokatiya niha ya PKKê ya hilweşandî, ango ya ku jê re dibêjin “Qendîl”, ev yek qebûl nekir. Ji bo ku destê xwe li hember Tirkiyê xurt bikin û peyamekê bişînin, wan biryara “berxwedanê” ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dan.

PKKê li Rojava xwedî dezgehekî bi navê Koordînasyona PKKê ya Rojava û Rojhilata Navîn e. Navê wê niha Koordînasyona Tevgera APOyî ye, û ev koordînasyon ji hêla Mûzafer Ayata, Bahoz Erdal û Aldar Xalîl ve dihête meşandin. Koordînasyona APOyî biryara Qendîlê ferz kir, û ji ber ku Rêveberîya Xweser a Rojava nekarî hember vê grûpê derkeve, biryara berxwedanê hat dayîn.

Di sala 2019an de, di dema operasyona dewleta Tirk a li Girê Spî de, PKKê dîsa daxwaza “berxwedan, nehêlin gel biçe” ferz kir. Mazlûm Ebdî, bi tena serê xwe înîsiyatîf girt ser xwe, gel paşve kişand û pêşî li komkujiyeke mezin girt. Divê vê carê jî heman tiştî bikira.

Şerê çar rojî bû sedema windahiyên giran. Zêdetirî 100 şehîd, êxsîr, birîndar û 300 hezar kesên penaber. Mirovan malên ku bi salan bi zehmetî ava kiribûn winda kirin, karên xwe winda kirin û nêzîkî 400 hezar Kurdan li du taxan bi hilweşîneke giran a aborî, civakî û deronî re rû bi rû ne. Ev rewş, ku em dikarin wekî trawmaya Eşrefiye û Şêx Maqsud bi nav bikin, bi rastî bandor li hemû Kurdan kiriye.

Yanî, PKKê dîsa gel feda kir da ku peyamekê ji dewleta Tirk re bişîne, û rewşek ji trajediya Şerê Xendekan xerabtir û girantir li Helebê çêbû.

HSDe û YPGe berpirsiyarên encamê ne

Îdîaya ku HSDê piştgirî neşandiye her du taxan û tenê hêzên sivîl-Asayîşê li ber xwe dane, bi tevahî rastiyê nîşan nade. Her çend HSDê û YPGê bi fermî beşdarî pevçûnên li her du taxan nebûne jî, her du hêz berpirsiyarê vê rewşa leşkerî ne.

Li cihekî wekî Helebê, li du taxan şerê kuzika hat kirin. Di nav 5 saetan de du tax hatin dorpêçkirin û di taxan de pevçûnên dijwar çêbûn. Ev her du tax ew dever in ku di sala 2012an de desthilatdariya xweser lê hatibû ragihandin. Ango, ew tam 13 salan ji hêla Rêveberîya Rojava û HSDê ve di hatine rêvebirin. Ji ber vê yekê, ma xendek û tûnêlên bin erdê nehatine kolandin, ku rê daye çeteyan di nav çar rojan de bikevin herdu taxan? Ciwanên di hêzên asayîşê de neçar man ku bi çalakîyên fedayî li ber xwe bidin. Wan bi teqandina laşên xwe qehremaniya xwe nîşan dan, lê yên ku ew mehkûmî vê armancê kirine divê hesapê bidin gelê Kurd.

Divê Rêveberîya Rojava dev ji siyaseta “Mirin Berxwedan e” ya PKKê berde

Ji bo parastina herdu taxan, diviyabû şer li seranserê bajarê Helebê belav bibûya. Diviyabû ji pişt ve êrîşî çeteyan bihata kirin. Wan ev jî nekir, ji ber ku dê bandorên siyasî bi xwe re bîne, têkiliyên bi Emerîka û Hevpeymana re xirab bike û maseya danûstandinê bi Şamê re hilweşîne. Di encamê de, ciwanên Kurd avêtin ber devê hov ên bermahîyên DAIŞê.

Yanî, ji bo ku destê wan di dîplomasiyê de xurt bibe, ciwanên Kurd jîyana xwe ji dest dan. Ev rewşek trajedîk e. Lê ev rê hat hilbijartin. Ev zîhniyeta PKKê ye: “Ciwanan bişînin eniyên pêş, bila dastanên qehremanî tomarbikin, bila şehîd bikevin, da ku PKKe girseya xwe motîve bike û wan şehîdan bike amarekî propagande yê. PKKe bi salan e vê siyasetê dimeşîne. Ew li tu berxwdanê de bi ser nakeve, lê bi şehîdan tê motîve kirin û mirovên nû qezenc dike ku dê bibin şehîd. Mixabin, Rêveberîya Rojava jî heman ev rêya bêdawî hilbijart.

Di Şerê Xendekê de, PKKê Mehmed Tunç û hevalên wî di jêrzemînekê de hiştin û gotin “em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” û ew bi zindî hatin şewitandin. Çarenûsa Zîyad Heleb Serokê Rêveberiya Asayîşa Helebê, eynî Çarenûsa Mehmed Tunç ye. Ji bilî mirinê ti vebijarek ji wan re nehat hiştin. Berxwedan ne mirin e. Berxwedan ne qurbanîkirina canê ciwanên Kurde ji bo propagandayê .

Rêveberiya Rojava, bi serokatiya Mazlûm Ebdî, divê dev ji vê siyaseta berxwedanê ya bi mirinê berde. Divê ew ne wekî rêxistinek, ne wekî tevgerek kadroyan, divê ew wekî hêzek rewa ya ku gel birêve dibe tevbigerin.

Li vir, pêdivî ye ku rola Serok Barzanî jî were behis kirin. Ji destpêkê ve, Serok Barzanî ev êriş wekî paqijkirina etnîkî nirxand û hişyarî da. Wî her weha hemî hewldanên dîplomatîk ji bo piştgiriya Rêveberîya Rojava, ku di destê PKKê de dîl hatibû girtin, bêmandîbûn da.

Divê Kurd Amade Bin

Em dikarin encamên siyasî yên pevçûnê di nivîseke cuda de bi berfirehî binirxînin. Bê guman, bandorên neyînî dê hebin; êdî destê HSDê li ser maseya danûstandinan wekî berê bihêz nabe. Wekî din, dibe ku rêvebrîya demkî a Sûrî ji wan bixwaze ku ji bajarên wekî Reqqa û Dêra Zorê vekişin. Wekî din, piraniya nifûs û hêza leşkerî ya li vir ji eşîrên Ereb pêk tê. Divê bi zelalî were gotin ku hêza ku van eşîran li aliyê HSDê dihêle Erebistana Siûdîyê ye. Ger ew bixwaze vekişe, ev hêz dê dev ji HSDê berdin. Divê Rêveberîya Rojava niha ji bo vê yekê amade be.

Ger PKKe dev Rojava bernede divê Rojava dev ji PKKê berde

Şerê Helebê nîşan da ku PKKê pergalên xwe yên xwerêveberiyê, xweparastinê û kantonên xwe winda kiriye. PKKe dixwaze têkçûna xwe ya li Bakur belavî Rojava bike. Bi rastî, PKKe niha dixwaze vê têkçûnê belav bike Rojhilat (Rojhilatê Kurdistanê) jî. Ger PKKe dev Rojava bernede divê Rojava dev ji PKKê berde.

Di dawiyê de, divê birînên Kurdên li Helebê werin dermankirin. Weqfa alîkariya Barzaniyê Nemir li xelkê koçber xwedî derkeve, lê ji nû ve avakirina taxên wêrankirî berpirsiyariya PKKê ye. Divê PKKe dergehên ​​xezîneyên xwe yên bi milyarên dolarî ji bo xelkê Helebê veke. 30 sal in xelkê Heleb û Şêx Meqsûdê PKKê li ser pişta xwe digêrîne. Wan zarokên xwe dan, wan alîkarî dan, wan her cûre piştgirî pêşkêşî PKKê kirin. Niha dora PKKê ye. Divê bi kêmanî jiyana aborî ji hela PKKê ve were dabînkirin.

Rexneyên me ne ji bo dijminatiyê ne. Berevajî vê, em vê yekê dibêjin da ku Rojavayek azad were afirandin. Em vê yekê dibêjin da ku Rojava di bin serokatiya Mazlûm Ebdî de bê rêvebirin.

Erê, her tişt neqediyaye. Lê pêdvîye ku Kurd ji her demê bêtir yekgirtî bin û bi stratejîkî bifikirin.

Pustên heman beş